Li Şirnexê ‘mamoste’ya çekdar
Li Qilebanê Gokçen T. ku xwedêgiravî ‘’mamostetî’’yê dike, li ser hesabê xwe yê medya civakî bi dilqê tîmên taybet poz da û peyamên dagirkeriyê da.
Li Qilebanê Gokçen T. ku xwedêgiravî ‘’mamostetî’’yê dike, li ser hesabê xwe yê medya civakî bi dilqê tîmên taybet poz da û peyamên dagirkeriyê da.
Êrîşên qirker û dagirkerên dewleta Tirk pir hêlî berdewam dikin. Dewleta Tirk bi kesên ku bi dilqê ‘mamoste’yan dişîne Kurdistanê jî polîtîkaya qirkirin û dagirkirinê li ser xwendekarên Kurd bi rê ve dibe.
Li Qileban a Şirnexê, li gundê Yemişlî keseke ku ‘mamostetîya dewleta Tirk dike li ser hesabê xwe yê medya civakî bi çeka kilêşê wêneyê xwe girt û par vekir. Gokçen T weke qerdiyanên zindana Amedê alaya Tirk bi zorê dide destê zarokên Kurd û li bin wêneyê wan digire.
Vê ‘mamoste’ya bi dilqê tîma taybet li bin wêneyê xwe ev mesaj da:
‘’Wiha li bejn û bala min a nermik nenerin. Di zaroktiyê de ez tekvando hîn bûme. Dema ku hûn ber bi min ve hatin hesabê xwe 100 carî bikin. Em guleyan li rojê direşînin, bi piyê xwe bomeyan kontrol dikin. Ji ber ku em pêxwasê Edeneyê ne’’
‘PARVEKIRINA CIZIRÊ’
Gokçen T. têkildarî êrîşên qirker ên Cizîrê jî, li bin dîmena Cizîrê wiha nivîsî:
‘Xwedê, ev ala çendî li vî bajarî tê wiha?! Ev der Cizîr e, biaqil bin. Jixwe min dizanîbû ku rojekê wê ev bi serê Cizîrê de were. Ma ala û ‘strana dimirin ser te Tirkiyeya min’ ev qasî li bejn û bala bajarekî tê?!’’
Ji ber zêdebûna rewşên bi vî rengî polîtîkayên dewleta Tirk ên salên 90’î bi bîra mirov tîne ku dewleta Tirk bi dilqê ‘karmend’an dişandin Kurdistanê û polîtîkayên dagirkeriyê didan meşandin.