Fîlmê li ser berxwedana zindana Amedê li Osloyê hate nîşandan
Fîlmê "14 Temmûz (14'ê Tîrmehê)" yê li ser berxwedana zindana Amedê, li sînemayên Cînemateket ên li Osloyê hate nîşandan.
Fîlmê "14 Temmûz (14'ê Tîrmehê)" yê li ser berxwedana zindana Amedê, li sînemayên Cînemateket ên li Osloyê hate nîşandan.
Fîlmê "14 Temmûz" ku ji aliyê derhêner Haşim Aydemîr ve hate amadekirin, qala bûyerên di dema darbeya 12'ê Îlona 1980'ê û piştî darbeyê li Zindana Amedê qewimîn dike. Fîlm duh êvarê saet di 17:00 de li sînemayên Cînemateket ên li paytexta Norwêc Osloyê hate nîşandan.
Fîlmê li ser berxwedana zindana Amedê gelekî bal kişand.