Li Lîegeyê bibîranîna şehîdan

Li bajarê Belçîkayê Lîegeyê şehîd hatin bibîranîn.

Li bajarê Belçîkayê Lîegê Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîtan şehîd bi bîr anî. Di çalakiyê de Zeynep Kinaci (Zîlan), Sema Yuce (Serhildan), Hanimşah Bagci (Nalîn Mûş) û Nûrten Kiliçarslan (Hêlîn Mûrat) hatin bibîranîn.

Bibîranîn bi rêzgirtinê destpê kir û endama TJK-E’yê Necîbe Karadag, Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal û endama Komîteya Malbatên Şehîdan Sûltan Ograr axivîn.

Bibîranîn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.