Berkîn hate bibîranîn: Diviya me hesabê Ceylan û Ûgûr bixwesta
Berkîn Elvan hate bibîranîn. Bavê Berkîn Samî Elvan got, "Eger me hesabê Ceylan û Ûgûr bixwesta dibe ku Berkîn îro sax bûya. Lê ji bo zarokên din nemirin em ê têkoşînê geş bikin."
Berkîn Elvan hate bibîranîn. Bavê Berkîn Samî Elvan got, "Eger me hesabê Ceylan û Ûgûr bixwesta dibe ku Berkîn îro sax bûya. Lê ji bo zarokên din nemirin em ê têkoşînê geş bikin."
Berkîn Elvan beriya bi 4 salan di dema çalakiyên GeziyÊ de dema ku ji bo ku nan bikire ji mal derketibû bi guleya gazê ya polîsên Tirk hatitbû kuştin. Berkîn îro li ser gora xwe hate bibîranîn. Bavê Berkîn Samî Elvan got, "Eger me hesabê Ceylan û Ûgûr bixwesta dibe ku Berkîn nehata kuştin."
Berkîn Elvan hem li cihê ku lê hatî kuştin û hem jî li ser gora xwe hate bibiranîn. Li cihê ku hatî kuştin, li Okmeydanî find hatin vêxistin û qurnefîl û nan hatin danîn.
BAVÊ BERKÎN: JI BO ZAROKAN DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN
Di merasîma bîranînê de bavê Berkîn Elvan Samî Elvan axivî û got, "Divê em têkoşînê geş bikin."
Bav Samî Elvan wiha got: "Berxwedana me ji bo wê ye ku êdî em naxwazin ti zarok werin kuştin. Eger me duh hesabê Ceylan û Ûgûr ên ku hatibûn kuştin bixwesta dibe ku îro Berkîn sax bûya. Êdî ji bo zarokên din neyên kuştin divê em têkoşînê geş bikin."
Dayik Gulsum Elvan jî got, "Divê dadmendiya xilas bûyî kêlî beriya kêliyekê bi cih were."