Di Adara bihuoî de Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê biryar dabû ku alayên YPG, PYD û YPJ’ê werin qedexekirin. Li hemberî vê biryarê îro li Berlînê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya şaredariya Tîegertanê bi sloganên “Azadî ji bo Rojava” û “Têkoşîna li dijî krîmînalîzekirina PYD, YPG û YPJ’ê” hate destpêkirin.
Ji xeynî sazî û dezgehên Kurdan ên li Berlînê komên çepgir û sosyalîst ên Elman jî piştgirî dan çalakiyê. Polîsan her carê hewl dan ku provokasyonan bikin. Polîsan anons kirin ku alayên PYD, YPG û YPJ’ê venekin lê girseyê alayên xwe danexistin.
Ber bi dawiya meşê ve polîsên Elman êrîşî xwepêşanderan kir. 5 kes birîndar bûn, lê girse xwedî li alayan derket. Hat hînbûn ku ji birîndaran yek jê rewşa wî giran e.
GIRSE DI ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ DE YE
Polîsên Elman mudaxeleyekî hişk û bi gazê êrîş kirin. Polîsan li vê derê jî 7 xwepêşander xistin bin çavan. Xwepêşander jî ji bo protestokirina vê helwesta polîsan li cihê ku rêyên “Chaûsseestr” û “Schwartzkopffstraße” tên ba hev, dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Xwepêşanderên ku ji ANF’ê re axivîn gotin: “Heta hevalên me serbest werin berdan wê çalakiya me ya rûniştinê bidome.” Polîsan dora xwepêşanderan girtine.
Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê bi nivîseke di 2’ê Adara 2017’an de a ku ji hemû eyaletan re şandiye, daxwaz kiribû ku gelek ala/flamayên sazî û partiyên Kurdan ên ku PYD, YPG, YPJ, PJAK, YXK û NAV-DEM jî tê de hene, werin qedexekirin. Wezaretê ev nivîs wekî “nûkirina” qedexeya PKK’ê diyar kiribû ya ku ji sala 1993’an û vir ve li Elmanyayê didome.