Li ser serdegirtina malan a 14'ê Hezîranê ya li Amedê û binçavkirina 19 endamên HDK, TJA û DBP'ê, li Buroya HDK'ê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Onûr Hamzaoglû, endamên Desteya Rêveber a HDK'ê Roza Kahya û Emîn Orhan tevlî civînê bûn. Koçyîgît li civînê axivî û diyar kir, ew ê li pêşberî operasyonan ji rêya xwe venegerin. Koçyîgît anî ziman, ku ew piştgiriyê didin helwesta CHP'ê ya ji bo daketina kolanan.
'BINÇAVKIRIN ENCAMA POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ YE'
Koçyîgît ragihand, pêkanînên kêfî yên hikumeta AKP û Qesra Erdogan bênavber dewam dikin û destnîşan kir, pêkanînên bêhiqûqî yên AKP'ê li hemberî siyaset demokratîk, her roj zêde dibin.
Koçyîgît da zanîn, hevalên wan ên li nava siyaseta Kurd bi rengekî demokratîk siyasetê dikin, weke 'parçeyek ji karên îllegal' hatine binçavkirin û wiha dewam kir: "Em bi hinceta bingehîn a AKP'ê dizanin; dixwaze siyaseta demokratîk qels bike û faşîzmê giran bike. Dixwazin her kesê dixwaze li ser navê siyasetê baxive, li hundirê malê bigire."
Koçyîgît destnîşan kir, ew van êrîşên hatine kirin weke encama polîtîkayên qirkirinê dibînin û wiha dewam kir: "Ev darbe ne ya yekê ye û roj bi roj girantir dibe. AKP û hikumeta Qesra Erdogan darbe li tevahiya civakê kiriye."
Koçyîgît di dewama axaftina xwe de got, "Em careke din dibêjin, em ê ti carî ji rêya xwe venegerin. Eleqeya hevalên me bi karekî neqanûnî nîne. Bila AKP derhal ji van polîtîkayên xwe yên heyî vegere û em dixwazin hevalên me tavilê werin berdan."
Koçyîgît anî ziman, roj roja têkoşîna bi hev re ye û diyar kir, ew helweesta CHP'ê ya têkoşîna li kolanan rast dibînin, destekê didin û wiha dewam kir: "Kolan ji bo me rewa ye, kolan çeperên berxwedana demokratîk in. Hemû rexneyên me berê li ser polîtîkayên CHP'ê yên AKP xurt dikir anîn ziman, îro jî derbas dibin. Lê belê, divê berxwedana îro bê mezinkirin. Em binçavkirina endamên HDK'ê weke operasyonek li dijî komxebata xwe dibînin. Tevî hemû pêkhateyên HDK'ê em ê ji vê rêyê venegerin. Em bi hevalên xwe re ne. Eger sûcekî ku wan kiribe hebe, me jî ew sûc kirine."