Li Kadikoyê ji bo Gulmen û Ozakça meş

Hêzên Demokrasiyê, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya roja 100’an a Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ya bi BHQ’ê ji kar hatin dûrxistin û bi awayekî bê hiqûqî hatin girtin, li Kadikoyê meşekî heybet lidar xistin.

Hevparên Piştgiriya bi Nûriye û Semîh re ku ji bo li dijî zilmê ketin roja 100’an a greva birçîbûnê, ji bo qebûlkirina daxwazên kedkar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça li Qada Kalkhedon a li Operaya Sureya ya Kadikoyê meşek hate lidarxistin. Sosyolog Velî Selçûk ê li ser Rêya Yuksel a Enqerê ji bo vegere ser karê xwe 220 roj bûn li ber xwe dayî û her tim polîsan êrîş li ser dikir û bav û dayika Berkîn Elvan ê di dema berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest da Gulsum Samî Elvan, bavê Mehemt Ayvalitaş Alî Ayvalitaş, oldar Îhsan Elîaçik di refên pêş ên meşê de cihê xwe girtiibûn. Pankarta li ser wêneyên Gulmen û Ozakça û “Greva birçîbûnê di roja 100’an de ye, daxwazên Gulmen û Semîh qebûl bikin” li ser nivîsandî hate vekirin, dowîzên bi nivîsên “Greva birçîbûnê di roja 100’an de ye” hate hildan. Hezaran kesên ku kolanên Kadikoyê meşiyan bi yek dengî dirûşmên “Nûriye û Semîh rûmeta me ye”, “BHQ’ê wê biçin û em ê bimînin”, “Greva birçîbûnê di roja 100’an de ye”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Serkeftin wê ya berxwedêran be” hate qîrkirin.

Girseya ku li Qada Kadikoyê kom bûn, ji parêzerên Buroya Hiqûqê Barkin Timtik axivî û bal kişand ser berxwedana Gulmen û Ozakça û diyar kir ku ev berxwedana di roja 100’an de ye. Timtik diyar kir ku ji bo taritiya Gulmen û Ozakça biçirîne, beriya 220 rojan weke çirûskekê destpêkir, ev têkoşîn wê belavî çar aliyan bikin. Timtik destnîşan kir ku li welatekî bi faşîzmê bê birêve birin, ji derveyî têkoşînê ti rêyekî din nîne.. Timtik diyar kir ku wê têkoşîna Gulem û Ozakça hê xurtir bike.

Îsmaîl Erdogan ê ji bo piştgiriyê bide berxwedan Gulmen û Ozakça ev 23’ê roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku teslîmî zext û tarîtiyê nabin. Nivîskar Temel Demîrel jî got: “Em ji çanda berxwedanekî ku ji Zindana Amedê û berxwedana 12’ê Îlonê tên. Em hevalên Semîh, Gulmen, Mazlûm Dogan, Ethem Sarisuluk, berxwedana Geziyê ne.

Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê lîstikvan Defne Alman ve hate xwendin. Alman diyar kir ku bi lezgîn Gulemn û Ozakça bê berdan û daxwazên gel bên qebûlkirin.

Piştî çalakiya bi tilîlî û fitikan bidawî bû û şûnde, li ser sofreya erdê ya ku ji aliyê Misilmanên Antî-Kapitalîst ve li pêşiya Operaya Sureyya hate danîn kom bûn.