35. Rûnıştına Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li buroya li bajarê Cinêv ê Swîsreyê ye dewam dike. Gotûbêjên îxlalên mafê mirovan ên duh di bin navê ‘Gotubêjên Giştî’ de hate kirin, di rûniştina îro de jî dewam kir.
Hema hema hemû saziyên civaka sivîl ên di rûniştinê de mafê axaftinê girtin, bal kişandin ser êrîşên li ser mafê raman û derbirînê yên di rojeva gelek welatan de ne, êrîşên li ser sivîlan, her roja ku diçe zêdebûna polîtîkayên şidetê û îxlalên mafê mirvan ên ku çavkaniya xwe ji polîtîkayên koçberan ên dewletan digre.
RÊXISTINA EFÛ YÊ: HER ROJA KU DIÇE ÎXLALÊN MAFÊ MIROVAN ZÊDE DIBE
Tirkiye ya ku ji destpêka rûniştinê ve bi zimanekî tund tê rexnekirin, îro jî di hedefa rexneyan de bû. Di axaftinên li ser navê Rêxistina Efû ya Navneteweyî de, bal hate kişandina ser asta îxlalên mafê mirovan a li Tirkiyeyê, bang hate kirin ku divê Tirkiye rêz ji yasayên navneteweyî re bigire.
Di axaftinan de bi taybet bal hate kişandina ser îxlalên mafê mirovan a piştî hewldana darbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê û îxlalkirina mafê mirovan a di bin navê têkoşîna bi ‘terorê’ re. Hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê rojnamevan, akademîsyen, parêzvanên mafê mirovan, dezgehên weşanê di bin fefê de ne.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku her roja ku diçe giliyên têkildarî êrîş û êşkenceyê zêde dibe û wiha hate gotin: “Li Tirkiyeyê ji 150 dezgehên weşana çapemeniyê zêdetir hatine girtin, bi dehan rojnamevan jî di girtîgehê de ne.”
‘DI BIN NAVÊ TÊKOŞÎNA BI TERORÊ RE MAFÊ MIROVAN TÊN BINPÊKIRIN’
Dîsa di rûniştinê de, Assocîatînon fo Word Cîtîzens jî rexneyên hişk li Tirkiyeyê kir û got: “Di bin navê têkoşîna bi terorê re li Tirkiyeyê mafê mirovan tê îxlalkirin.” Her wiha di axaftina de hate diyarkirin ku li welat li dijî îfadeya raman û derbirînê jî êrîş tên kirin û wiha hate gotin: “Îro li Tirkiyeyê 180 rojnamevan li girîtgehê ne. Di çavê hikûmetê de ve rojnamevan ‘terorîst’ in.”
KURDÊN LI ÎRANÊ JÎ DI ROJEVÊ DE BÛN
Di axaftinên li ser navê rêxitina civaka sivîl a Înternatîon Edûcatîonal Development jî bal kişand ser êrîşên li ser Kurdên Îranê. Di axaftinan de hate diyarkirin ku ji nîva girtiyên siyasî yên li Îranê hatine girtin Kurdin û wiha hate gotin: “Kurdên li Îranê her roj di bin gefa kutşin û girtinê de ne.”
‘NY DIVÊ TÊKILDARÎ REWŞA KURDÊN LI ÎRANÊ LÊPIRSÎN BIDE DESTPÊKKIRIN’
Di dewama axaftinan de ev tişt hate gotin: “Divê hikûmeta Îranê li ber çavan bê girtin, divê Konseya Mafê Mirovan a NY’yê, têkildarî rewşa Kurdên Îranê komîsyonekî ya lêpirsînê bide destpêkirin, dest bi lêkolînan bike.”
‘DIVÊ JINÊN DÎL ÊN ÊZIDÎ BÊN RIZGARKIRIN’
Saziya civaka sivîl a bi navê Assacîatîon Solîdarîte Înternatîonale Pour l’Afrîqûe ya di rûniştinê de axivî, bal kişand ser rewşa jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine dîlgirtin.
Di axaftina de bal hate kişandina ser asta mexdûrbûna gel a ji ber şerê li Sûriyeyê û Iraqê, hat diyarkirin her roja ku diçe destdirêjiya li ser jinên ji ber şer direvin û koçber dibin zêde dibe. Her wiha dîsa di axaftin de bal hate kişandina ser rewşa jinên Êzidî, hat destnîşankirin ku divê bi lezgînî jinên Êzidî yên dîl hatine girtin bên rizgarkirin.