KCDK-E’yê 2’emîn kongreya xwe lidar xist
Bi beşdariya nûnerên meclîsên gel, navendên civakî, komele û saziyên Kurdan ên li Ewrûpayê KCDK-E’yê kongreya xwe ya 2’emîn lidar xist.
Bi beşdariya nûnerên meclîsên gel, navendên civakî, komele û saziyên Kurdan ên li Ewrûpayê KCDK-E’yê kongreya xwe ya 2’emîn lidar xist.
Di kongreya di navbera 5-9’ê Hezîranê de xebatên salekê hatin nirxandin û plansaziya xebatên sala 2017’an hate kirin. Ji welatên cihê yên Ewropayê 300 delege beşdarî kongreyê bûn a ku bi şîara “Bi Rêbertiya Azad em xwe bi rêxistin dikin û azad dibin” hatibû lidarxistin.
Di kongreyê de tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî xaleke rojevê ya xweser hate nîqaşkirin.
Di heman demê de hat diyarkirin ku şerê li Rojhilata Navîn şerekî di navbera hêzên sermayeyê yên global, faşîzma netewe-dewlet û paşverûtiya herêmê ye; hêzên şer dikin nûnerên heman pergalê ne û derbarê çareseriyê tu projeyên wan ên şênber tune.
Hat diyarkirin ku gelê Kurd li Ewropayê jiyaneke meşrû û demokratîk dijîn û bang hate kirin ku Elmanya di serî de bila dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpayê têkilî û tifaqa bi qirêj a bi dewleta Tirk re bi dawî bikin.
Kongreya ku ji bo bibîranîna şehîdên Qereçoxê û yên dema dawîn hate lidarxistin, pêşveçûnên li Rojava, şerê li Bakurê Kurdistanê û pêşveçûnên li Kerkûk û Şengalê hatin nîqaşkirin û plansaziya çalakiyan hate kirin.
Kongreya KCDK-E’yê ya 2’emîn bi hilbijartina Meclîs, Dîwana Serokatiyê û Hevserokatiyê bi dawî bû. Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.