Li Strasboûrgê ji bo Ocalan banga ‘Çalakiyên bê dem’

Ciwanên Kurd, li Strasboûrgê ji bo azadiya Ocalan stand vedan.

Meclîsa Ciwanan a Şehîd Erdal Welat, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li Place Kleberê daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Ciwan, di standa ji bo Ocalan vedayîn de ev peyam da:

“Em ji bo azadiya Rêbertiya xwe li vir in. Hemû pêkanînên derveyî mirovî îro li Greva Îmraliyê tê pêkanîn. Em azadiya Rêbertiya xwe weke azadiya xwe dibînin, ji bo vê em ê her rojê di nava çalakiyan de bin. Em bang li hemû ciwanên Kurd û Kurdistanê dikin heta ku  Rêbertiya me azad bibe, li dijî faşîzmê di nava çalakiyê bê dem de bin.”