'Muxalefet bibe yek Erdogan wê têk biçe'
Endamê Desteya Rêveber a PEN'ê Sonmez got, divê HDP û CHP bi hev re tevbigerin û wiha domand: "Ji muxalefeteke dabeşbûyî tenê Erdogan dikare kelkê werbigire. Divê pêşiya vê were girtin."
Endamê Desteya Rêveber a PEN'ê Sonmez got, divê HDP û CHP bi hev re tevbigerin û wiha domand: "Ji muxalefeteke dabeşbûyî tenê Erdogan dikare kelkê werbigire. Divê pêşiya vê were girtin."
Endamê Desteya Rêveber ê PEN a Navneteweyî nûçegihan-nivîskar Bûrhan Sonmez ji ANF’ê re axivî.
Sonmez diyar kir ku Tirkiye êdî ketiye pêvajoyeke nû û got, çi kesê ku ne alîgirê Erdogan e dawiya dawî rastî li zexta hikûmetê tê û wiha got: "Li Tirkiyê ne rast e ku mirovên ku zext li wan tê kirin ji hev dabeş bike. Fikra ku dibêje, 'hikûmet berê xwe dide sûcdaran, em bê sûc in tiştek bi me nayê' ne rast e. Hikûmet berê xwe dide hemû kesên ku weke wan nafikire. Heke hûn ne alîgirê Erdogan bin kengî jî be hûn ê ji êrîşa hikûmetê re bibin hedef. Divê ev rewş êdî zelal bibe û were fêhmkirin."
'DIVÊ DENGEKÎ HEVPAR HEBE'
Sonmez got, "Demokrasî ji bo her kesî hewcehiyek e û ji bo her kesî divê em demokrasiyê bixwazin" û wiha bi nav de çû: "Bi ya min divê di nav daxwazkarên demokrasî, azadiyê û azadîxwazên derbirîne de ti cihêtî nebe. Di vê pêvajoyê de êdî kesek ne xwedî wê luksê ye ku ji bo bejn û bela hev, hev sûcdar bikin. Eger siberojeke hevpar wê hebe, eger em jiyaneke şad dixwazin divê di vê babetê de em hemû dengekî hevpar derxinînin."
Sonmez diyar kir, ji rewşa parçeyî ya muxalefeta çepgir a Tirkiyê Erdogan kelkê werdigire û pratîkên çend salên dawî jî vê destnîşan dike. Sonmez got: "HDP û CHP divê êdî bi hev re tevbigerin. Divê dev ji muxalefetiya parçebûyî biqerin ku bi kêrî Erdogan tê."