Li Stûttgart û Essenê li dijî qedexeya sembolan meş

Li bajarê Stûttgart û Essen ên Elmanyayê, li dijî qedexekirina alên PYD, YPG, YPJ û PKK’ê meşak hate lidarxistin.

STÛTTGART

Li ser banga PYD Ewropa, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin. Bi beşdariya Kurdistaniyên li bajarên derdor, mîtîng li Scholossplatzê hate lidarxistin.

Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, daxuyaniyek hate dayîn.

Nûnerê PYD’ê yê Stûttgartê Abdîn Xurşîd, siyaseta Elmanya şermezar kir, diyar kir qedexekirina alên YPG û YPJ’ê yên PYD’ê ku li dijî DAIŞ’ê têkoşînê dikinb nayê qebûlkirin û divê bi lezgîn ev qedexe bê rakirin.

Di tevahî mîtîngê de belavok hatin belavkirin û dirûşmên “Bijî Piştgiriya Netewî” û “Dîktator Erdogan” hatin qîrkirin, her wiha li dijî qedexeyan jî pankart hate vekirin.

ESSEN

Li bajarê Essen ê Elmanyayê di sedan Kurdistanî û dostên wan li dijî qedexeyên alan meşek lidar xistin.

Di tevahiya meşê de helwestên prokatîf û tevgerên polîsên hêzên çewîk ên ji berê ve anîbûn, pêk hatin. Polîsan alên YPG’ê û YPJ’ê yên di destê Kurdistaniyan de bi darê zorê girtin.

Girse piştî deqeyek rêzgirtin û şûnde dest bi meşê kirin. Di tevahî meşê de belavok hatin belavkirin û dirûşmên “Erdogan ên DAIŞ”, “Kujerê Zarokan Erdogan” û “Kujerê Jinan Erdogan” hatin qîrkirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Esenê Yilmaz Gultekîn ê di meşê de axavî, axaftina wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê dema serdana li Kurdistanê kirî bibîr xist û got: “Kurd ne tenê ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya gelên Ewropayê jî têkoşînê dike. Niha çi bû ku hûn alên YPG’ê û YPJ’ê qedexe dikin. We çiqas zû gotinên xwe ji bîr kir Birêz Gabrîel.”

Meş bi dirûşmên “Biji Serok Apo”, “Biji PKK”, “Biji YPG/YPJ” ve bi dawî bû.