‘Bi girtina her du kedkarên di greva birçîbûnê de, ceribandin qetlîam e'

ÎHD, TÎHV, Hiqûqnasên Hemdem, OHP û TOHAV ên jI bo balê bikişîn ser rewşa Nûriye Gulmen û Selîm Ozakça yên perwerdekar ku di roja 101’an a greva birçîbûnê de ne, li pêşiya Peykerê Kuçuk Kartal ê Beşîktaşê çalakiyek lidar xistin.

Ji bo Nûriye Gulmen û Selîm Ozakça ên ku bi awayekî bê hiqûqî hatin girtin û şandin girtîgehê ku li dijî BHQ’ê greva birçîbûnê di roja 101’an de ne, li Beşîktaşê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiya ji aliyê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Platforma Hiqûnasên Azad (OHP), Odeya Tabîbên Stebolê (ÎTO), Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Wexfa Lêkolîn Hiqûq û Civakê (TOHAV) ve hate lidarxistin de, bal hate kişandin ku rewşa Gulmen û Ozakça di asta kirîtîkê de ne. Parêzer û parêzvanên mafê mirovan ên ku tîşortên “Rewşa Awarte bila rabe, dawî li derxistina kar a bi rêya BHQ’ê bînin” li ser nivîsî li xwe kiribûn, her wiha pankarata ku wêneyên Gulmen û Ozakça li ser û “Jiyanê diparêzin’ li ser hebû, dîsa dowîzên bi nivîsa “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” û “Ya pêwîst jiyan e” hildan.

 ‘HETA KU DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN EM Ê LI QADAN BIN’

Di çalakiya tim dirûşmên “Nûriye û Semîh ne bi tenê ne” , “BHQ’ê wê biçin em ê li vir bin” û “Her der Yuksel e û her der berxwedan e” hatin qîrkirin de, welatiyên derdorî jî bi çepikan piştgirî kirin. Di çalakiyê de Parêzer Gulşen Yolerî axivî û bal kişand ku rewşa Gulmen û Ozakça ku ev 101’e di greva birçîbûnê de ne gihiştiye asta kirîtîk û got: “Bi BHQ’ê jikarderxistina mirovan em qebûl nakin. Heta ku daxwaz bên bi cih em ê li qadan bin.”

‘DEV JI VAN ÊRÎŞAN BERDIN’

Piştî Gulşen Yolerî endamê MYK ya ÎHD’ê Mûkaddes Şamîloglû ve daxuyanî hate xwendin. Şamîloglû diyar kir ku ligel Gulmen û Ozakça bi hezaran kesên ku ji kar hatine derxistin dixwazin vegerin ser karên xwe. Şamîloglû wiha got: “Her çiqas rastî li holê ye, hûn nikarin civakê bi awayekî bê yasayî ber bi bêkarî û bi birsîbûnê mehkûm bikin; daraza ku ketî bin fermanê de hin nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.” Şamîloglû destnîşan kir ku bi lezgîn dev ji vê êrîşa ku bibe sedema mirina du perwerdekaran berdin û daxwazên wan bi cih bînin. Şamîloglû diyar kir ku hefteya bêjî wê heman saetê li heman cihî dîsa kom bibin.