Netewên Yekbûyî: Li Mûsilê çete 100 hezar kesî weke mertalê zindî bikartîne
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 100 hezar xelkê medenî li navenda Mûsilê di destê DAIŞ’ê de heye û DAIŞ wana weke mertalên zindî bikartîne.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 100 hezar xelkê medenî li navenda Mûsilê di destê DAIŞ’ê de heye û DAIŞ wana weke mertalên zindî bikartîne.
Nûnerê Iraqê yê Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî Bruno Geddo, li Cinêvê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku li navenda Mûsilê ku jêre dibêjin, Mûsila kevin, di derdora 100 hezar kesî de xelkê medenî weke dîl di destê çeteyên DAIŞ’ê de mane û DAIŞ wana weke mertal bikartîne.
Geddo her wiha diyar kir ku rewşa mirovî ya li Mûsilê di asteke tirsnak de ye û got: “DAIŞ ji bo xwe biparêzin xelkê medenî kom kirine û birina Mûsila kevin û li wir wana jixwere weke mertal bikartînin.Li herêmê xwarin nemaye û av û elektirîk jî ji xelkê medenî re nayê dayîn."
Geddo her wiha anî ziman ku kesên sivîl yên dixwazin xwe ji destê çeteyan xilas bikin jî dibin hedefa nîşangirên çeteyan û yên xilas dibin jî derûniya wan xirab dibin.
Roja 17’ê Cotmeha 2016’an operasyona kontrol kirina Mûsilê destpê kiriye û heya niha jî berdewame. Niha şerê giran li navenda Mûsilêye ku jêre dibêjin, Mûsila kevin berdewam dike. Bi vê operasyonê re hebûna DAIŞ'ê li Mûsilê kêm bûye.
Ji meha Cotmehê ku operasyon destpêkirî heta niha tê texmîn kirin ku 800 hezar sivîl xwe ji destê çeteyan rizgar kirine.
Herî dawî li gorî daxuyaniya ku îro Rûsyayê dayî, tê îdakirin ku serokê çeteyan Ebûbekir El Bagdadi hatiye kuştin lê ev îda ji aliyê çavkaniyên Emerikayê ve weke 'guman' tê dîtin.