Efserên Tirk ên NATO’yê li komkujiyên xwe yên Kurdistanê mikur hatin

Îfadeyên 5 efserên payebilind ên Tirk ên di bin banê NATO’yê de ku xwe li Belçîka girtin hatin weşandin.

GENERALÊN KU HATINE GIRTIN DI PIRSA KURD DE XWEDÊGIRAVÎ LÎBERAL BÛNE!

Efser dibêjin artêşa Tirk qels bûye û wiha didomin: ‘’Piştî girtinan Serekerkan ji bo operasyoneke biçûk a li ser Sûriyê jî ji DYA’yê alîkariya hewayî xwest. Evi ji bo hevalbendan (NATO) dibe bargiranî.’’

Li ser pirsa bi îdîaya ku hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ji hêla NATO’ê ve hatiye kirin jî efseran gotin, di nav NATO’ê de ti caran ew rastî nîqaşeke wiha nehatine.

Li gorî van efseran piraniya generalên ku hatine girtin û saziyên ku hatine girtin di çareseriya pirsa Kurd de xwedî vîzyoneke lîberal bûne. Efseran gotin, ‘’bawer dikirin ku pirsa Kurd ne bi hêza leşkerî lê bi rêyên demokratîk çareser bikin’’

ALÎGIRÊN ERDOGAN CIZÎR ŞEWITANDIN

Efser ji sûcê hilweşandin û şewitandina Cizîr, Sûr û Nisêbînê jî rejîma Erdogan berpirs dîtin. Di îfadeya tomarkirî de wiha tê gotin: ‘’ Ez bi xwe bûme şahid ku yekî ku niha di girtîgehê de ye û êşkence lê kirin, di Fermandariya Hêzên Bejahî de ji ber sedema kuştina sivîlan, ji bo bombekirina Sûrê ya Amedê bide rawestandin xwe avêtiye ber lingan. Lê generalên alîgirên Erdogan fermana operasyonên Amedê û Şirnexê dane.’’

MERTALA FIRATÊ FIYASKO BÛ

Efseran diyar kir ji ber kêmasiya siyasetmedaran gelek mirov hatine kuştin û operasyona dagirkeriyê ya bi navê Mertala Firatê jî fiyasko ye. Efser dibêjin di vê operasyonê de gelek leşker hatine kuştin, bersivê didin pirsa ku DYA’yê çek dane YPG’ê jî.

DI PIRSA KURD DE RAMANA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK JÎ DIKUJIN

Li gorî efseran heke ev alîkarî di dema Obama de bihata kirin wê helwesta Erdogan cudatir bûye. Efser dibêjin Erdogan li pêşberî rêveberiya Trûmp zimanekî bi pîvan bi kar tîne.

Efser wiha dibêjin: ‘’ YPG parçeyek ji pirsa Kurd a Tirkiyê ye. Gelek general û efserên ku hatine girtin û ji kar hatine kirin xwedî ramanên lîberal bûn. Dixwestin ku di pirsa Kurd de ji bo çareseriya mayinde tevdîr werin standin. Hewl dan ku operasyona genarelên Tirk ên li rojhilatê başûr ên Tirkiyê yên bi ser mirovên bêguneh, jin û zarokan de rawestînin. Dema ku li ber topan ev çend gund û bajar dîtin..kezebe mirov dişewite. Tekane sedema hilweşîna van deveran ew bû ku niştecihên wê Kurd bûn. Erdogan tenê efserên ku dixwazin pirsa Kurd bi rêbazên aştî çareser bibe tasfîye nake lê her wiha fikra ku pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe jî dikuje.’’

ARTÊŞA TIRK WÊ BIBE ARTÊŞEKE SELEFÎ

Efseran bersiv dane pirsên bê ka darbe di kîjan şertan de pêk hat jî, bal kişandin ser hejmara general û efserên ku hatine tasfîyekirin û gotin, heke bi 8 hezar general û efser darbe bihata organîzekirin wê serketî bûya.

Efseran diyar kirin gelek leşker bi sedemên cuda xistine tevgerê, gelek ji wan bi navê tetbîqatê, hin ji wan jî bi îdîaya ku wê ‘’êrîşeke mezin a terorê’ pêk were li Enqere û Stenbolê hatin bicihkirin.

Efseran her wiha gotin: ‘’NATO, di nav 2-4 salan de wê bibe xwedî artêşe radîkal û Selefî’’ û artêşa Tirk şayesandin.

DIBE KU ALÎGIRÊN RÛS Û ALÎGIRÊN ERDOGAN ŞERÊ HEV BIKIN

Efser dibêjin artêş di navbera alîgirên Erdogan û Rûs de dabeş bûye û wiha didomînin: ‘’Ji hêlekê ve selefiyên di nav artêşa Tirk de dibe ku operasyonên dijî DAIŞ’ê yên li Sûriyê qels bikin û ji hêla dî ve jî sîxûrên alîgirên Rûs ên di bin bandora Dogu Perîncek de dikare li dijî operasyona NATO’yê ya li Sûriyê derkevin.’’

Efseran diyar kirin ku Erdogan dixwaze navên nêzî xwe li cihên girîng ên artêşê bi cih bike, Perînçek jî dixwaze van cihan bide kesên ku alîgirê Rûs û wiha didomînin: ‘’ Hin dibêjin ev du kom kengî jî be wê werin pêşberî hev. Niha baş koordîna dikin.’’

ERDOGAN  OPORTUNÎSTEK E

Efser li ser têkiliyên YE û Rojava jî dibêjin: ‘’Îro ya ku em dibînin, nifşekî nû ye ku ji nav artêşê derketiye û xwedî ramanên Îslamî ne’’

Efser herî dawî dibêjin: ‘’Tişta teqez ev e, artêş di kontrola Serokkomar Erdogan ê opurtunîst de ye. Dibe ku hûn bibînin rojekê destekê dide Rûs û roja dî jî dibe ku hûn bibînin bi destê Trûmp girtiye, rojeke jî jî dikare Îranê teşwîq bike.’’

Rewşa orjînal a hevpeyvînê: http://www.vocaleurope.eu/monday-talk-with-turkeys-dismissed-nato-officers/