Partiya Çep a Swêd: Heta dawiyê em bi Efrînê re ne
Parlamentera Partiya Çep Yasmîne Posîo Nîlsson li dijî êrîşên dewleta Tirk hewlest nîşan da, got ew li rex gelê Efrînê ne. Nîlsson xwest ku li ser Tirkiyê biryara pêkirinê were standin.
Parlamentera Partiya Çep Yasmîne Posîo Nîlsson li dijî êrîşên dewleta Tirk hewlest nîşan da, got ew li rex gelê Efrînê ne. Nîlsson xwest ku li ser Tirkiyê biryara pêkirinê were standin.
Parlamentera Partiya Çep, Berdevka Polîtîkaya Derve û Endama Komîsyona Karên Derve ya Parlamantê Yasmîne Nîlsson got, armanca êrîşên dewleta Tirk ew e ku tê xwestin têkoşîna Kurdan biçewisînin û devera ku aştî lê saz e dagir bikin. Nîlsson got heta dawiyê ew ê li rex gel Efrînê û gelê Rojava bin.
Nîlsson hefteya bihurî bi pirsnameyeke nivîskî bombekirinên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û komkujiya sivîlan anî rojevê. Nîlsson di pirsnameya xwe de got Tirkiye ji mêj ve ber bi rejîmeke otorîter ve diçe, nûçegihan, muxalîf û Kurdan digire lê li dijî vê dinya helwesta hewce nîşan nade, helwesta hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropa rexne kir.
Hikûmeta Swêd rexne kir ji bo ku peymanên bazirganê betal nake û got Yekîtiya Ewropa li şûna ku alîkariya ku dibe bibire, ji bo ku penaber li Tirkiyê bimînin bêdeng dimîne û destekê dide rejîma otorîter.
Nîlsson ji Wezîra Karê Derve Margon Wallstrom pirs kir ku ji bo bombekirina li ser Efrînê û alîkariya leşkerî ya ji bo Tirkiyê were rawestandin çi dikin.
‘DEWLETA TIRK YASAYÊN NAVNETEWÎ BINPÊ DIKE’
Nîlsson got dewleta Tirk yasayên navnetewî binpê dike û êrîşên bi ser Efrînê û Bakurê Sûriyê de şermezar kir û got, ‘’Armanc dike ku li Bakurê Sûriyê ku aştî lê saz e, demokrasî, mafê mirovan û hilbijartinên bi azadî biçewisîne.’’
Nîlsson diyar kir ku di dema dawî de gelek reformên demokratîk hatine kirin û got li Efrînê yekîtiya jin û mêran hatiye pêkanîn, ti kêmar li ser wan ti fişar û zext tine ne û got, ‘’Erdogan dixwaze van tiştan tine bike.’’
‘ERDOGAN GEFEKE MEZIN E LI SER TIRKIYÊ’
Nîlsson gotinên Erdogan ên ku YPG-YPJ’ê li dijî Tirkiyê weke gefekê dibîne bi bîr xist, got ji bo ku êrîşên xwe meşrû bike wiha dibêje û got, ‘’YPG-YPJ salên dawî li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û hewl dide ku li herêmê demokrasiyê pêk bîne. Erdogan ê ku ji bo ku demokrasiyê qels bike her tiştî dike ji bo Tirkiyê talokeya herîm ezin e. Ne Bakurê Sûriyê ku hilbijartina bi azadî dike.’’
Nîlsson got ti mafê Tirkiyê nîn e ku bi hinceta ku têkiliya YPG-YPJ’ê bi PKK’ê re heye êrîşê bi ser welatekî de bibe. Nîlsson got Partiya Çep daxwaze dike ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin û daxwazên xwe ji hikûmeta Swêd wiha rêz kir:
‘SWÊD DIVÊ BI RENGEKÎ VEKIRÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ DERXÎNE HOLÊ’
‘Beriya her tiştî divê Wezîra Karê Derve Margot Wallstrom bi rengekî vekirî êrîşan şermezar bike. Swêde ji bo ku hatine penaberan a Ewropayê asteng bike divê li dij derkeve ku YE pereyan bide Tirkiyê. Peymanên bazirganiyê ji bo êrîşên li ser Kurdan divê werin betalkirin. Ji bo endamtiya Tirkiyê ya li YE’ê divê daxwazên vekirî bike. Alîkariyên YE’yê yên ji bo Tirkiyê divê ne ji bo girtina muxalîfan lê ji bo demokrasiyê û ewlehiya hiqûqê be. Divê alîkarî bi wan welatan nayên kirin ku mafê mirovan û demokrasiyê binpê dikin.’’
‘BI HIJMETKARÎ EM LI ŞERÊ WE DINERIN’
Nîlsson got Partiya Çep destekê dide rêveberiya demokratîk û got, ‘’Em bi hijmetkarî têkoşîna dijî DAÎŞ’ê ku hûn didin pêşwazî dikin. Em ji nêz ve li parastina we ya civaka demokratîk a li ser mafê demokratîk dişopînin. Partiya Çep ji bo ku zextê li ser hikûmetê bike tişta ku jê tê texsîr nake û Partiya Çep li tevahiya welat tevlî çalakiyên ji bo Efrînê dibe. Heta dawiyê em ê vê bidomînin.’’
RÎAZAT: DEWLETA TIKR LI HER DEVERÊ MAFÊ MIROVAN BINPÊ DIKE
Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat got dewleta Tirk ne tenê li Tirkiyê, li Sûriyê jî mafê mirovan binpê dike û qanûnên navnetewî binpê dike.
Rîazat got hikûmeta Tirk bi gotina sivik bi komên ‘radîkal’ re bi hinceta ku dijî terorê şer dike hêzên aştîxwaz ên Rojava dike hedef û sivîlan dikuje. Rîazat got: ‘’Li dijî van hemû kirinan ez tiştên ku Wallstrom dike meraq dikim. Piştî ku êrîşên Tirkiyê dest pê kirin bi sedan mirov hatine kuştin.’’
‘DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN’
Rîazat go dewleta Tirk ji bo ku êrîşên xwe yên li ser Efrînê mafdar bike mezintirîn tevgera Kurd PKK’ê weke ‘teror’ê bi nav dike û got ji Wallstrom pirs kir bê ka ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin tiştekî dike yan na.