Fermandarê DYA'yî Votel: Divê cîhan minetdarê QSD'ê be
Fermandarê DYA'yî Joseph Votel got, divê cîhan minetdarê QSD'ê be û destnîşan kir ku desteka wan a ji bo QSD'ê wê dewam bike.
Fermandarê DYA'yî Joseph Votel got, divê cîhan minetdarê QSD'ê be û destnîşan kir ku desteka wan a ji bo QSD'ê wê dewam bike.
Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA (CENTCOM) Joseph Votel diyar kir ku wê desteka xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bidomînin.
Votel piştî serdanên xwe yên li Sûriye û Iraqê bi rêya telefkonferansê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Votel destnîşan kir ku di mijara têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê de divê cîhan minetdarê YPG'ê be û anî ziman, ku desteka DYA wê bidome. Votel işaret bi fedakariya bêhempa ya di vê têkoşînê de kir û got, "Divê em fedakariya ku hevkarên me di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de nîşan dan destnîşan bikin. Ji artêşa Iraqê û ji QSD'ê bi hezaran kes di dema rizgarkirina bajarên girîng de jiyana xwe ji dest dan, ya jî birîndar bûn. Çend roj berê ez li Reqayê bûm û min bi xwe asta şîdetê dît. Piraniya vê hewldanê hevkarên me yên li ser rûyê erdê nîşan dan û xwîna xwe rijandin. Em hemû, civaka navneteweyî divê minetdarê wan be."
'HÊZA HERÎ B BANDOR EW IN; DESTEKA ME WÊ BIDOME'
Ji bo pirsa "Tevî êrîşên Tirkiyeyê yên li Efrînê, hevkariya we ya bi QSD'ê re wê bidome yan na?" Votel bi biryardarî got, "Erê". Votel wiha dewam kir: "Heta ku ew li dijî DAÎŞ'ê têbikoşin û bi erka xwe ya îstiqrarkirina herêmê rabin, em ê destekê bidin wan. Ev yek polîtîkaya hikumeta me ye. (...) Têkçûna DAÎŞ'ê bi rengekî mayinde, yek ji armancên me yên girîng e. Hevkarê me yê li ser rûyê erdê QSD jî bi dîtina min hêza herî bi bandor a li dijî DAÎŞ'ê ye."