KCD: Zext wê nikaribin pêşî li dijberiya li dagirkeriyê bigire

KCD'ê li hember girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nerazîbûn nîşan da û got "Ev zext wê nikaribin dijberiya dagirkeriyê asteng bikin". KCD'ê her wiha girtina rêveberên TTB'ê jî şermezar kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê êrîşên dagirker ên li dijî Efrînê û girtina Leyla Guven daxuyaniya nivîskî weşand. 

‘DIVÊ HER KES LI DIJ DERBIKEVE'

Di daxuyaniyê de KCD'ê bal kişand ser ser polîtîkayên zextê yên tifaqa AKP-MHP’ê û wiha hat gotin:

"Destwerdana leşkerî ya li Efrînê li dijî destketiyên gelê Kurd hatiye kirin û ti hinceteke xwe ya rewa nîne. Her kesa/e ji xwe re dibêje 'ez mirov im, demokrat im, pêşketî me' û her kesa/ê, her saziya dixwaze bi aştiyane li vî welatî bijî, divê li hember derbikeve.

Tirkiye di pêvajoyeke xeter de ye. Bi ruhê têkoşînê em erkên xwe pêk neyînin û em rewşê neyênin ziman, wê demê wê civak hilweşe û travmeyekê bijî.

Faşîzm dixwaze ku her kes weke wê bifikire û weke ku ew dixwaze bijî û tevbigere. Kesên ne li gorî wê difikirin, dipeyivin û dijîn, mafê jiyanê nade wan.

AKP-MHP’ê bi faşîzmeke herî dijwar dixwaze hemû muxalefetên demokratîk tasfiye bike û bifetisîne.

Ji ber vê sedemê bi sedan mirov ji ber daxuyanî yan jî parvekirinên xwe yên li ser tevna civakî yên li hember şer hatin binçavkirin û gelek ji wan hatin girtin.

LI HEMBER GIRTINA RÊVEBERÊNT TTB'Ê NERAZÎBÛN

Rêveberiyên Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê (TTB) ji ber daxuyanita xwe ya li hemebr şer hatin ragirtin. Ev jî rastiya Tirkiyê ya ber bi tarîtiyê diçe nîşan dide. 

‘LEYLA GUVEN HESTÊN MIROVAN ANÎ ZIMAN’

Hevseroka KCD’ê Leyala Guven li hember hewldanên dagirkeriyê daxuyanîyek da. Wê hêstên gelên Kurdistanê, hêstên hemû kes û saziyên alîgirê demmokrasî, aşitî, biratiya gelan in parve kir. Ev sekneke mirovî û demokrat e. Li gorî hevserkeke saziyeke demokratîk tevgeriya ye.

‘EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Em dixwazin diyar bikin ku zext, ragirtin, girtin hwd. wê dijberiya şer û dagirkeriyê ya ku li Tirkiyê û Kurdistanê bilind dibe, nikaribin asteng bikin. 

Bi vê baweriyê em bang li hemû gelên Tirkiyê û Kurdistanê dikin ku dengê xwe li hember şer û dagirkeriyê bilind bikin. Em ragirtina rêveberên TTB’ê û girtina hevseroka xwe Leyla Guven şermezar û protesto dikin.