Li Swêd û Elmanyayê ji bo Efrînê çalakî didomin

Li bajarên Munchen û Bremenê yên Elmanyayê û li paytexta Swêd Stockholmê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Swêdê Stockholmê komeke Kurdistanî çûne navenda Ajansa Nûçeyan a Swêdê TT’ê û bi rayedaran re rûniştin.

Li ser navê komê Vîjan Alîpoûr li ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê û komkujiyên li ser sivîlan agahî da rayedaran. Dosyaya binpêkirina mafê mirovan û komkujiya ser sivîlan bi wêne, belge û agahiyan, bi dosyayekê radestî rayedaran kirn.

Kurdistaniyan xwestin ku rayedar komkujiyên li ser Efrînê zêdetir bînin rojevê û cihi bidin çalakiyên li Swêdê.

MUNCHEN

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê jî ji bo Efrînê çalakiya kondanînê ya ji bo 4 rojan hate kirin. Di çalakiyê de êrîşên dagirker ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Çalakvanan wêneyên sivîlên ku hatin kuştin hildan. Bi dirûşmên ‘Merkel fînanse dike, faşîst Erdogan bombe dike’ , ‘’Tangên Elman ji Kurdistanê bicehimin’, ‘Hemû dagirker ji Kurdistanê bicehimin’ hatin berzkirin.

Dawiya çalakiyê bang hate kirin ku her kes 3’yê Sibatê ji bo çalakiya li Stacûsê ya saet 16.00’an hazir be.

BREMEN

Li bajarê Bremên ê Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê li ber Parlamentoya Eyaletê hatin şermezarkirin. Jinan bi zarokên xwe re li ber parlamentoyê bi rengekî bêdeng rûniştin. Di çalakiyê de hate gotin ku her kes li rex Efrînê be û bang li jinên Elman hate kirin. Di danezanê de hate gotin, "Li Efrînê xwîşk û birayên we ji hêla dewleta Tirk û terorîstên ji berhmahiya DAÎŞ’ê ve têne kuştin. Banga me jinên Efrîniyan ew e ku em jin hev bigirin û bila zarokên me nemirin."