The Gûardîan: Felaketa Sûriyeyê gihişte Efrînê

Nûçegîhanê The Guardîanê yê Rojhilata Navîn Martîn Chûlov destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê weke ‘felaketekê’ bi ser Efrînê de hatin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku gelê Efrîne hêvî dikir ku ji şer dûr bimînin. Lê belê hêzên şer ên berjewendiyên xwe di beşa dawî ya Sûriyeyê de dibînin li wir pêvajoyeke şer dane destpêkirin û gelê Efrînê li navenda vî şerî de ne.

Di nûçeya The Gûardîanê de têkoşîna YPG’ê ya li dijî DAÎŞ’ê bi bîr xist û diyar kir ku YPG niha bûye qurbanê du welatên Natoyê (DYE-Tirkiye).

Martîn Chûlov di nûçeyê de cih daye nerînên nûnerên siyasî yên Rojava û yên gel û bal dikişîne ser ku wê ev şer ji texmîna Erdogan zêdetir bidome.

Nûçeya The Gûardîanê her wiha bal kişand ser malên hatine hilweşandin û kuştina sivîlan. Herwiha diyar kir ku penaberên ji Heleb û Îdlîbê yê xwe spartine Efrînê, niha nizanin bê wê bi ku ve biçin.