'Rewşa Tirkiyeyê: Sal bi sal xwezî bi par e'
Projeya Dadmendiyê ya Cîhanê got Tirkiye ne li gorî hiqûqê diçe û got, ‘’di nav 113 welatan de di rêza 101’ê de ye.’’
Projeya Dadmendiyê ya Cîhanê got Tirkiye ne li gorî hiqûqê diçe û got, ‘’di nav 113 welatan de di rêza 101’ê de ye.’’
Projeya Dadmendiyê ya Cîhanê, rapora 113 welatan bê ka li gorî hiqûqê tevdigerin yan na weşand.
Li gorî raporê, di wê mijarê de bê ka Tirkiye li gorî hiqûqê tê rêveberin yan na, Tirkiye 2 rêze dî jî paş ve çûye û di nav 113 welatan de kete rêza 101’ê.
Tirkiye di nav 113 welatan de di rêza 101’ê de ye, li nav 13 welatên Ewropaya Rojhilat û Asyaya Navîn di rêza dawî de û li nav 36 welatên ku dahata wan ne xirab e di rêza 35’an de ye.
PIŞTÎ EFRÎNÊ ZÊDETIR BI PAŞ VE ÇÛ
Di nav wan kategoriyan de performansa Tirkiyê pir kambax e kategoriya ‘sînordarkirina rayeyên hikûmetê’ ye. Di mijara mafê sereke de di rêza 107’an de ye. Tirkyie di mijara ‘ewlehî û pergalê’ de jî li gorî par kambaxtir bûye.
Tê diyarkirin piştî êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de Tirkiye zêdetir bi paş ve çûye.
Di raporê de sê welatên ku di rêza pêşî de bi dorê, Danîmarka, Norwêş û Fînlandiya hene, di rêzên dawî de jî Efxanîsta (111), Kamboçya (112) û Venezuela (113) hene.