Yilmaz ê CHP’yî: Konsolosxane teslîmî DAÎŞ’ê hate kirin

Konsolosê Berê yê Mûsilê Ozturk Yilmaz li xwe mikur hat û got di sala 2014’an de konsolosxane teslîmî DAÎŞ’ê hate kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Ozturk Yilmaz di bernameyeke Halk TV’yê de mikur hat ku di sala 2014’an de Konsolosxaneya Mûsûlê teslîmî çeteyên DAÎŞ’ê hatiye kirin.

Yilmaz diyar kir ku dema 101 rojan ‘dîl’ hatibûn girtin, xebatkarên konsolosxaneyê yên li ba wî, li pişt çeteyên DAÎŞ’ê nimêj kirine û got, “Ez li tiştên li paş van tiştan digerim, ji ber ku ev mesele ber bi cihekî din ve diçe.”

Yilmaz diyar kir ku teslîmkirina wan a li Tirkiyeyê ji aliyê MÎT’ê ve nehatiye kirin. Yilmaz got ku, “Bila AKP eşkere bike, kê em anîn? Heke ew biaxivin ez ê jî biaxivim.” Yilmaz bi vê gotina xwe qala têkiliya di navbera AKP û DAÎŞ’ê dike.

‘ENDAMÊN DAÎŞÊ HATIN TERFÎKIRIN’

Yilmaz diyar kir ku polîsê tevgera taybet bi Erebî dizanibû û beriya ku biavêjin ser Konsolosxaneya Mûsûlê hatibû û got, “Li gorî gumanên min, ev kes nêzî DAÎŞ’ê ye. Di serdegirtina Mûsûlê de dibêje ‘Ez bi Erebî dizanim.’ Dixwaze belgeyên DAÎŞ’ê bi min bide îmzekirin, lê ez red dikim. Dema ku ez vegeriyam min got ku di navbera van kesan û DAÎŞ’ê de nêzikbûneke îdeolojîk heye. Min got têkildarî van kesan tiştekî bikin, lê berevajî gotina min, ev kes terfî kirin!”

‘WEZARETÊ NEXWEST KU ŞER ÇÊBIBE’

Yilmaz diyar kir ku wezaretê talîmata ‘şer nekin’ daye wan û got, “Wezareta Karê Hundir talîmat da, got şer nekin. Va ye ez serî hildidim. Heke hûn îtîbara dewletê nafikirin, ez jî lê nafikirim. Ya hûn ê min bikujin an jî ez dev ji we bernadim.”

‘KÊ EM ANÎN?’

Ozturk Yilmaz ê CHP’yî got ku, “Ka bila bibêjin, kê em anîn? Bila yek derkeve bibêje. Kê em anîn Tirkiyeyê?”