Partiya Berxwedanê ya Efganîstanê: Em li gel Efrînê ne

Partiya Berxwedanê ya Efganîstanê berxwedana bêhempa ya Efrînê silav kir û got "Em bawer dikin wê Efrîn vê ezmûnê jî serketî derbas bike û serketinê bidest bixe."

Partiya Berxwedanê ya Efganîstanê li hember êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û berxwedana Efrînê silav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan dixwaze êrîşên xwe li qada navneteweyî de rewa bike û hat gotin: "Ev dewlet û partiya otorîter ji bo ku hewldana xwe ya dagirkeriyê di qada navneteweyî û asta raya giştî de rewa bike, dixebite. Hêzên navneteweyî dizanin ku ev partî û welat DAÎŞ'ê diparêzin, dizanin ku hevkarên hev in. Heta niha agahî û raporên ji çavkaniyên ewle eşkere kirine ku pêwendiya dewleta Tirk û Erdogan bi DAÎŞ'ê re heye. Di êrîşên dijî Kobanê de jî hatibû îspatkirin ku çeteyên DAÎŞ'ê cilên eskerên Tirk li ber xwe kiribûn û êrîş kiribûn."

'CILÊN DAÎŞ'Ê LI OSO KIRIN'

Di daxuyaniyê de ev hate destnişankirin: "Erdogan û dewleta wî ya xwînmij cilên DAÎŞ'ê ji wan kirin û cilên OSO (artêşa azad) li ber wan kirin. Her awayê çek û cebilxaneyê da wan û li gel artêşa xwe bera ser gelên Sûrî da... Kurdên ku ti carî li hember dagirker û êrîşkaran bêdeng nemaye, bi berxwedêrên xwe yên jin û mêr dîroka xwe nivîsandin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li Efrînê gelek gel bi awayekî aştiyane bi hev re dijîn û hat diyarkirin ku armanca êrîşan xerakirina îstiqrara herêmê û dagirkirina xaka Kurdan e.

'MIROVÊN BI WIJDAN WÊ XWEDÎ LI EFRÎNÊ DERBIKEVIN'

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser dîroka dişibe hev a gelên Efgan û Kurd û ev mesaj hat dayîn: "Weke partî û gel em li aliyê berxwedana gel a bêhempa ya Efrînê cih digrin. Em bawer dikin ku berxwedêrên leheng wê weke li Kobanê  di vê ezmûnê de jî bi ser bikevin. Û em bawer dikin ku ev berxwedêrên mezin wê di dîroka gelên bindest, bi tîpên mezin bên nivîsandin.

Gelên şoreşger ên cîhanê wê Avesta Xabûr, Sakîne Cansiz, Leyla Qasim, Arîn Mîrkan ti carî ji bîr nekin.

Mirovên bi wijdan ên li cîhanê weke ku xwedî li Kobanê derketin wê xwedî li Efrînê jî derbikevin."