Ji bo azadiya Ocalan ji 3 milan ve wê ber bi Strasboûrgê bimeşin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana ji gelek welatan gelek akademîsyen û nûnerên saziyan, bi sedan kes ji 3 milan ve wê ber bi Strasboûrgê ve bimeşin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana ji gelek welatan gelek akademîsyen û nûnerên saziyan, bi sedan kes ji 3 milan ve wê ber bi Strasboûrgê ve bimeşin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girava Imraliyê tecrîdeke giran li ser heye. Ev 2 salên dawiyê bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Kurd jî ji wê demê ve li dijî şertên giran ên ku Ocalan tê de ye helwestê nîşan didin û çalakiyên şermezarkirinnê dikin. Bi taybetî 15’ê Sibatê, di salvegera komploya navdewletî de, ji bo ku bala raya giştî ya navnetewî were kişandin ji Swîsre, Luksembûrg û Elmanyayê .ber bi Strasboûrgê ve meş çêbibin.
Îsal jî bi dirûşma ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî’ Kurd û dostên wan ji Luksembûrg, Basel û Mannehîmê wê ber bi Strasboûrgê ve bimeşin. Di meşê de wê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê jî werin şermezarkirin.
LUKSEMBÛRG
Meşa li Luksembûrgê 8’ê Sibatê wê dest pê bike. Di vê meşê de ji welatên Amerîkaya Latîn bigirin ta bi yên Ewropayê, nûnerên 30 saziyan jî di nav de wê 200 enternasyonalîst jî hazir bin. Meşa ku di 9 rojan de wê 300 kîlometreyî bimeşin, wê ji Luksembûrgê û gelek bajarên Fransayê derbas bibin. Çalakvan wê şaredariyê, rêxistinên civakî, sendîka, medyaya xwecih, partiyan ziyaret bikin, bi panêl û semînran wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin û paradîgmaya Ocalan vebêjin. Meşvan 16’ê Sibatê wê bigihin Strasboûrgê. 17’ê Sibatê jî wê tevlî meşa navendî bibin û peyamê derbarê armanca xwe bidin raya giştî ya Kurd û navnetewî.
70 enternasyonalîst ên ji welatên cihê par ji bo azadiya Ocalan ji Luksembûrgê ta bi Strasboûrgê 9 rojan meşiyabûn. Îsal jî tê payin bi heman daxwazê 200 kes bimeşin.
BASEL
Li Baselê ya Swîsreyê jî meş 11’ê Sibatê bi daxuyaniyeke çapemeniyê wê dest pê bike. Meşa li vir ji hêla Rêxistina Ewropayê ya PYD’ê ve tê amadekirin. Ji tevahiya Ewropayê wê 150 meşvan hebin 3u piştî 6 rojan bigihijin Strasboûrgê. Bêhtir Rojavayî wê di vî baskê meşê de hebin, li gel şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, her wiha wê êrîşên li ser Efrînê jî werin şermezarkirin.
MANNHEÎM
Baskê din ê meşê jî bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ye. Meş ji hêla Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ve te organîzekirin. 10’ê Sibatê saet 10.00’an li ber stesyona navendî wê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayin û ciwan ber bi Strasboûrgê bimeşin. Ciwan bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî’ û ‘Li hemberî faşîzmê serî hilde Rêbertî azad bike’ wê bimeşin. Di maweya meşê de wê bernameyên panêl, semîner, konser, govendê jî hebin. Komîteya amadekar got wê êrîşa li ser Efrînê jî were şermezarkirin û bang kir ku hemû ciwanê li Ewropa ji bo azadiya Ocalan û li dijî êrîşên li ser Efrînê bila tevlî meşê bibin.