KNK'ê ji bo çalakiyên 3’yê Sibatê banga tevlêbûnê kir

KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Kurdistaniyan kir ku 3’yê Sibatê derkevin meydana û got, "Ji bo doza mezin a Kurdistanê dengekî gur bidin û bi vî dengê bilind erîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk protesto bikin."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) banga tevlêbûna li 3’yê Sibatê ya bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê kir û got, ‘’Efrîn bakura Kurdistanê ye, Efrîn rojhilata Kurdistanê ye, Efrîn başûra Kurdistanê ye, Efrîn rojavaya Kurdistanê ye, Efrîn dîasporaya Kurdistanî ye. Bi vê bîr û baweriyê hemû Kurd, Kurdistanî di 3’yê Sibatê da li her derê wê dengekê bidin, dengê dost û hevalbendan tevî dengê xwe bikin, ji bo Efrînê, ji bo parastina Efrînê û Efrîniyan, ji bo doza mezin ya Kurdistanê dengekî gur bidin û bi vî dengê bilind erîşkarî û dagîrkeriya dewleta Tirk protesto bikin.’’

KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk ji 20’ê Çile ve êrîşeke hovane tînin ser Efrînê, bal kişande ser daxuyaniyên Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ku gotî, ‘’bombe bikin, bila kevir li ser kevir nemîne û li ser milan mil nemînin’ û got, ‘’Ev fermanda qirkirinê ye, ev banga cîhad û fetha dewleta Tirk a beramberî Kurd û Kurdistanê ye. Ji pratîka van çend rojên şer xuya ye ku armanca vê sefera xwînxwariya dewleta Tirk ya li ser Efrînê birandina Kurdan e.’’

KNK’ê bal kişande ser wê ku, li gel van êrîşên giran ên dewleta Tirk û çeyetên wê jî berxwedaniyeke mezin a gelê Efrînê û şervanên YPG’ê û YPJ’ê heye û got dewleta Tirk bi ‘mekîneya şer a mezin’ nikare li gorî dilê xwe bi pêş ve biçe’’.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê banga tevlêbûnê kir û got, "Kurd û Kurdistanî divê beramberî dewleta Tirk şerê man û nemanê bikin. Armanca dewleta Tirk bi Efrînê ve teng nîne û divê rê li ber wan bête girtin.

Roleke mezin dikeve ser milên dost û hevalbendên Kurdan jî. Kurd divê bi xurtî bangî wan bikin ku di vê roja tengaviyê da bi xurtî û aktîvî bêne hawara miletê Kurdistanê.

KNK bi giringî dixwaze gaziya xelkê Kurdistanê bi dinyayê rE, bi dost û hevalbendan ra rabigihîne ku heke wê bo Kurdistanê tiştekî xêrê bikin divê îro bikin û bêne hawar û gaziya Efrînê û dewleta Tirk şermizar bikin.

KNK bangeke jiyanî dike ku dengê berxwedêra mezin ya Efrînê Avesta Xaburê bêyî deng nehêlin. Dengekê bidin. Dengekê bidin ku di serê dewleta Tirk da deng vede.

Efrîn berxwedaneke destanî dide. Efrîn afirînêr e. Efrîn bi vê berxwedêriyê ve dê azadiyê biafirîne. Xelkê Kurdistanê bawerî bi vê reftara pîroz ya Efrîniyan heye. Lê erkên neteweyî û niştimanî erkên hevpar in. Lewma divêt çeperê parastinê di dora Efrînê da neyê hêlan. Her der divêt Efrîn be û ev êrişkariya dewleta Tirk divêt bi kir û kiryarî bête rûreş kirin.

Efrîn bakura Kurdistanê ye, Efrîn rojhilata Kurdistanê ye, Efrîn başûra Kurdistanê ye, Efrîn rojavaya Kurdistanê ye, Efrîn dîasporaya Kurdistanî ye. Bi vê bîr û baweriyê hemû Kurd, Kurdistanî di 3’yê Sibatê da li her derê wê dengekê bidin, dengê dost û hevalbendan tevî dengê xwe bikin, ji bo Efrînê, ji bo parastina Efrînê û Efrîniyan, ji bo doza mezin ya Kurdistanê dengekî gur bidin û bi vî dengê bilind erîşkarî û dagîrkeriya dewleta Tirk protesto bikin."