Wekîlên Elman: NATO divê ji bo Efrînê bikeve nava tevgerê

Li Meclîsa Federal a Elman rûniştineke bi mijara dagirkirina Efrînê pêk hat. Welîlên di rûniştinê de axivîn bal kişandin ku dewleta Tirk bi êrîşkirina ser Efrînê re qanûnên navneteweyî binpê dike û bang li hikûmeta Federal kir ‘NATO’yê bixe nava tevgerê'.

Li Meclîsa Federal a Elman rûniştineke bi mijara dagirkirina Efrînê pêk hat. Welîlên di rûniştinê de axivîn bal kişandin ku dewleta Tirk bi êrîşkirina ser Efrînê re qanûnên navneteweyî binpê dike û bang li hikûmeta Federal kir ku ‘NATO’yê bixe nava tevgerê’.

Li ser serlêdana Partiya Çep êrîşên dewleta Tirk a li ser Efîrîn xistin rojeva meclîsa federal. Rûniştina di beşa ‘saetên şevê’ de li meclîsê pêk hat, bi mijara “Di êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê de bikaranîna panzêrên Elmanyayê û helwesta hikumeta federal” hate nîqaşkirin.

Di destpêka rûniştinê de Hevseroka Patiya Çep Katja Kîppîng axivî û bang li Merkel kir û got: “Bêdengiya we ya li hember êrîşên li ser Efrînê tê wateya li hember Erdogan çong danîne.” Di rûniştinê de wekîlên jin ên Partiya Çep ji bo piştgirîkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk puşîiyên kesk, sor û zer li stûyê xwe pêçabûn.

Wekîlên di rûniştinê de mafên axaftinê girtin, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin, daxwaz kirin ku divê hêzên navneteweyî bikevin nava tevgerê. Bi taybet Partiya Çep û Partiya Keskan daxwaz ji hikûmeta Federal kir ku hê zêdetir helwestên xwe zelal bike. Endamên hinek partiyên nîjatperest ên mîna AFD li gel CDÛ/DSÛ nerazîbûn nîşanî Partiya çep da.

Endamê partiya hikûmetê CDÛ/DSÛ Roderîch Kîeseweter: Hikûmeta federal têkildarî êrîşîên li ser Efrînê hikûmetê helwestên pêwîst raber kiriye. Ji xwe firotina çekan a bi Tirkiyeyê re hatiye rawestandin. Tirkiye li dijî qanûnên navneteweyî derdikeve û ji bo rû bi rû yê DYA ya ku endameke din ê NATO’yê ye provakasyonan dike. Divê Elmanya mijarê bibe Konseya Ewlekariya NY û NATO’yê.

Endamê Partiya Demokratîk a Sosyal Dagmar Fredîtang : Ev êrîş li dijî yasayên navneteweyî ne. Kurdan li dijî DAIŞ’ê gelek qûrbanî dane. Divê li Sûriy ji bo aştiyê têkoşîn bê kirin û ev jî bi rêya siyasetê bê kirin.

Parlemeter û endamê SPD’ê Frîtz Felgeltreû: Bi êrîşkirina Tirkiye ya li Sûriyeyê pêvajoyek nû da destpêkirin. Divê naverok û îdeolojiya komên cîhadî yên li Sûriye bên eşkerekirin. Divê hikûmeta Elman helwestên xwe diyar bike û firotina çakan bide rawestadin.

Parlementer û endamê Partiya Nijatperest a ji bo Elmanya Alternatîf Rudîger Lûcassen: Tirkiye li dijî Kurdan dest bi operasyoneke ya tinekirinê kiriye, ji ber van kiryaran em nikarin Tirkiye weke mutefîkeke xwe diyar bikin. Divê çav li xebatên sîxûriya Tirk neyên girtin. Bêdeng mayîn tê wateya li hember kiryarên Tirkiye bêdengmayînê.

Li ser navê Partiya Demokratîk a Hur (FDP) parlementer Bijan Djîr-Saraj: Ev 12 rojn şerekî pir dijwar diqewime. Bi van êrîşan re Tirkiye qanûna navneteweyî binpê dike. Divê Elmanya vî şerî şermezar bike. Bi gotina Tirkiye xwe diparêze ji derveyî rezîliyê ne tişteke. Divê hikûmet bêje em bi ‘fikar’in.

Partiya Keskan Katja Keûl: Bêdengmayîna Elmanya û DYA’yê ya li hember êrîşên li ser Efrînê mirov dide fikirinadin. Elmanya û Tirkiye qanûnên navneteweyî binpê dike. Divê ev bê xistina rojeva NATO’yê. Divê hemû peymanên bi artêşa Tirkiyeyê re bê betalkirin. Tirkiye bi van êrîşan aştiyê naîne, şer tîne.

Wekîlên Partiya Çep Andrej Hunko: Bi êrîşkirina li ser Efrînê re bi awayekî vekirî qanûnên navneteweyî tên binpêkirin. Tevî ku hemû parlementeran ev îfade bikar anîn, hikûmet tişat pêwîst nake. Ji derveyî Tirkiye ti welat YPG’ê weke terorîst nabîne. Tirkiye DAIŞ’ê û YPG’ê di heman astê de dinirxîne û dibîne, em hemû baş dizanin bê ka YPG’ê li dijî DAIŞ’ê têkoşînek çiqas mezin kir.

Rûniştina ku bi qasî saetek û nîv dom kir piştî axaftinên wekîlan bi dawî bû.