Gelo sekna Fransayê ya li hember dagirkeriyê hatiye guhertin?

Di helwesta Fransayê de ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê guhertin xuya dike. Lê li şûna ku êrîşa li dijî Kurdan red bike, balkêş e ku der barê 'dagirkirina xaka Sûriyeyê' de hişyariyan dide.

Li Fransayê Marcon piştî xwarineke kevneşopî ya ku ji aliyê saziyên gelê Ermenî ve hatibû organîzekirin, bersiv da pirsên rojnameya Le Fîgaro. Marcon dewleta Tirkiyê di warê asta êrîşên dagirker ên de hişyar kir.

'HEKE JI EWLEKIRINA SÎNOR WÊDETIR BIÇE WÊ BIBE PIRSGIRÊK'

Serokkomarê Fransayê Marcon derbarê derewa êrîşên 'ewlekirina sînor' de destnîşan kir ku heke biqulube tevgera dagirkeriyê 'wê bibe pirsgirêkeke mezin'. Marcon got: "Heke artêşa Tirk li sînor pêşîgirtina 'xeteriya gefên terorîst' veguherîne 'operasyona dagirkeriyê', ev operasyon wê ji bo me bibe pirsgirêk."

Marcon her wiha bi bîr xist ku wî piştî êrîşên li hember Efrînê bi daxuyaniyeke ji Tirkiyê re gotibû, divê Tirkî di operasyonê de bi pîvan tevbigere. Marcon destnîşan kiribû ku Tirkiye bi îdîaya 'ewlekariya sînor' dest bi operasyonan kir, lê 'xwezaya operasyonan' guheriye û di serî de welatên Ewropayê 'welatên hevalbend'  bi nîqaşan mecbûr hiştiye biryaran qebûl bikin.

Xaleke din a Macron bal kişand ser jî ew e ku gefên ji sînor ên Tirkiyê îdîa dike tenê bi danûstandinên bi rejîma Sûrî, Rûsya û welatên din re dikare bê çareserkirin. Marcon destnîşan kir ku ji bilî DAÎŞ'ê ewlekariya li dijî dijminekî din (Kurd) beyî ji serdestiya welatek din re rêzê nîşan bidin ne pêkan e.

SEKNA FRANSA LEWAZ E

Lê belê  divê neyê ji bîr kirin ku Macron li gel van daxuyaniyên xwe jî, 5'ê Çileyê malovanî ji AKP'ê û Erdogan re kiribû. Bi wesîleya serdanê di navbera Tirkiyê û Fransayê de di gelek qadên weke parastin û gihandinê de peymanên bazirganiyê yên milyonan euroyî hatin morkirin.

Piştî êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê dest pê kirin Fransayê hê li hember Tirkiyê ku peymanên nû pê re çekirin, sekneke zelal nîşan nedaye. Fransa bi destpêkirina hewldana dagirkeriyê pêşî banga civîna Konseya Ewlekayiyê ya Netewên Yekbûyî kir. Li ser nerazîbûna Tirkiyeyê jî civîn tenê bi penaberên herêmên din û krîza mirovî ve girêda.

WEZARETA KARÊN DERVE JÎ LI HEMBER MAYÎNDEBÛNÊ YE

Wezîrê Karên Derve Jean-Yves Le Drian jî li Senatoya Fransayê bersiv da pirsên li hikumetê re hatin kirin û li cihê ku êrîşên li dijî Kurdan rexne bike, bal kişand ser xeteriya dagirkeriya mayinde ya li Efrînê û herêmên din. Le Drian dest nîşan kir ku heke hedef bibe dagirkerî, divê êrîşên Tirkiyê bi giştî werin mehkûmkirin.