Efrîn dike yek û ronî dike -GOTAR

Faşîzma AKP-MHP´ê hewl dide bi dagirkirina Efrînê temenê xwe dirêj bike, lê berxwedan Efrînê wê bibe destpêka dawiya wê. Nifira mazlûman wê cihê xwe bigire, faşîzma AKP-MHP´ê wê ber bi goristana zaliman ve werin birêkirin.

Êrişa dagirkirina Efrînê nîşan dide ku refleksên neteweyî yên Kurdan bi pêş ketine. Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt gelê me rabû ser piyan. Kurdan nîşan da ku ew civakeke bi israr in di jiyana azad û demokratîk de. Ev cara yekê ye ku miletê li her çar parçeyan û li derveyî welêt, fikra wan çi dibe bila bibe, meydan mişt dagirtin. Li derdora Berxwedana Efrînê yekîtiyeke neteweyî pêk anîn. Bi vî awayî partiyên siyasî ji bo yekîtiya neteweyî neyên cem hev jî, tevahiya civaka Kurd ev yekîtî bi ser xist. Bi vî awayî derket holê ku yekîtiya neteweyî tenê bi wê yekê ku partiyên siyasî bên cem hev pêk nayê. Ya esas ew e ku çîn û beşên civakî yên Kurd bên cem hev. Ev yek jî li derdora Berxwedana Efrînê pêk hat. Berxwedana Efrînê bi dewreke bi vî rengî ya dîrokî rabû.

Heger ev yekîtiya neteweyî ya li meydanan derketî holê xwe li meydana partiyên siyasî jî bide der, ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd biryar bên dayîn û çerxên vê yekê bên afirandin, hingê wê enerjiyeke ewqasî mezin a neteweyî derkeve holê ku ti hêz wê nikaribe pêşiyê lê bigire. Hemû rewşên ku heta roja me ya îro ji bo Kurdan dezavantaj bûn, dikarin veguherin avanatajan. Belavbûna Kurdan li dinyayê li metropolên Tirkiye, Sûrî, Îran û Iraqê wê veguhere avantajeke gelekî mezin. Li her devera Ewrûpa û dinyayê Kurdan meydan dagirtin, ev yek jî nîşan dide ku Kurd di warê dîplomasiyê de xwedî derfetên mezin in.

Kurd bi tenê xwe ranabin ser piyan, ew gelên din jî dixin nava liv û tevgerê. Li gelek welatên Emerîkaya Başûr de bi pêşengiya jinan, dagirkeriya dewleta Tirk hat protestokirin, xwedî li berxwedanê hat derketin, ev yek jî hêza civakî ya Kurdan û tesîra wê raxist ber çavan. Kurd ji gelên wê cografyayê ne ku lê civakî bûn pêşî hat afirandin, wan nirxên çandî yên mirovahiyê yên pêşî hilberandin, roja me ya îro jî li ser xeta azadiya jinê de gihiştin zêhniyeta demokratîk, van hemûyan kir ku Kurd veguherin qurseke roniyê ya sempatiyê. Xeta azadiyê ya jina Kurd pêl bi pêl li dinyayê belav dibe; ew vediguhere nasnameya Kurdan. di hemû mîtîngan de jin xuya ne û xwedî tesîr in, ev yek jî karakter û bandora Kurdan îfade dike. 

Li Efrînê êrişî tevahiya mirovahiyê tê kirin. Roja me ya îro, çiqas nirxên insanî hebin, li Efrînê nûneriya wan tê kirin. Efrîn wehayeke demokrasiyê bû ku lê mezheb, nasname, çand wan çi dibe bila be hemû mirov lê azad dijîn. Nexasim jî jinan mohra xwe danîbû bin vê jiyanê. Jiyana li Efrînê havênê jiyana li tevahiya Sûriyê û Rojhilata Navîn bû. Ha cizmeyên eskerên Tirk dixwazin pêl kulîlkeke evqasî bedew bikin. Dixwazin mirovahiyê bi faşîzm û despotîzmeke tarî biperçiqînin. Ya ku doh DAIŞ û El-Nusrayê dikir, îro faşîzma AKP-MHP´ê û çeteyên wan dikin. Lumpenîzm, ew ên ku  ji nirxan bêpar in, ji bo ku ser kirêtiya xwe bigirin, dijminatiya bedewiyên li Efrînê afirandî dikin. Ji ber vê jî, şerê li Efrînê ne tenê di navbera Kurdan û faşîzma Tirk de ye; ew esas di navbera mirovahiyê û dijminê mirovahiyê de ye.

Dibêjin di her kar û emelî de xêrek heye. Berxwedana Efrînê jî encamên gelekî bi xêr diafirîne, dibe sedema xêran. Di wî warî de gelekî girîng e, lewma ew karakterê dijminê mirovahiyê yê faşîst ê dewleta Tirk nîşanî dinyayê dide. Faşîzma AKP-MHP´ê ew çendê teşhîr dibe ku ji wê ya ku dixwazin li Efrînê bi dest bixin bi gelek qatan bêhtir, ji dest didin. Ev bi salan e ku me gelekî hewl da ku em zilma desthilatdariya AKP´ê teşhîr bikin. Dagirkeriya li dijî Efrînê, gelekî xizmeta me kir ji bo ku em vê teşhîrê bikin. Rûyê faşîzma  AKP-MHP´ê dinya hemû dibîne. Rewşa ku faşîzma AKP-MHP´ê dixwazin rastiyan berevajî bikin, deşîfre dibe. Vê yekê raxistiye ber çavan ku Tayyip Erdogan destpot û faşîstek e ku di dîroka dinyayê de yên weke wî nehatine dîtin.

Li Efrînê niha bi hezaran darên zeytûnan ji holê tên rakirin. Çiya, ber, baxçeyên zeytûnan, daristan, şûnwarên dîrokî tên bombekirin. Ev yek bi tena serê xwe jî karaktera dewleta Tirk nîşan dide. Ji bo ku aştî û îstîqrara li Efrînê heyî xera bike, êriş dike. Dara zeytûnê tevî guliyên xwe hemûyan ji holê tê rakirin. Dema ku em li ber çavan bigirin ku dara zeytûnê piştî gelek salan hîna nû ber dide, ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ka sûcekî çawa mezin tê kirin. Radibin, li nava çavê dinyayê dinihêrin û navê guliyê zeytûnê li dagirkeriya xwe dikin, li vê dagirkerî û êrişa ku evqas guneh tê de tên kirin; bi vî rengî henekê xwe bi dinayayê kirin jî li dewleta Tirk tê. Dewleta Tirk dewleteke şerê taybet e ku rastiyan berevajî dike. Bi şerêkî taybet ê bi vî rengî dixwazin çiqas nasname û baweriyên cihê hene, wan tine bikin.

Çawa ku dewleta Tirk Anatolya û Kurdistan veguherand goristaneke gel û baweriyan, niha jî heger hêza wê têrê bike, dixwaze tevahiya Rojhilata Navîn bike goristana gel û baweriyan. Bi vê karektera xwe rastiyeke Tayyip û AKP-MHP´ê ya bûyî bela serê dinyayê heye. Lê belê ev yek jî derketiye holê ku, heger têkoşîn bê kirin, ev desthilatdariya faşîst di serdema xwe ya gelekî lawaz de ye. Wê hesabê hemû sûc û gunehên vê desthilatdariya faşîst bê pirsîn. Jixwe, sedema wê yekê ku evqasî kirêt dibe ev e. Lê belê tirsa wê, wê nebe asteng ji mirina wê re. Berxwedana Kurdan tevî hêzên demokrasiyê wê faşîzma AKP-MHP´ê bi hev re têk bibin. Faşîzma AKP-MHP´ê hewl dide bi dagirkirina Efrînê temenê xwe dirêj bike, lê berxwedan Efrînê wê bibe destpêka dawiya wê. Nifira mazlûman wê cihê xwe bigire, faşîzma AKP-MHP´ê wê ber bi goristana zaliman ve werin birêkirin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA