'3'ê Sibatê em ji bo Efrînê bibin milyonek kes û dakevin qadan'

Nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî bang kirin û gotin, "3'ê Sibatê em ji bo Efrînê bibin milyonek kes û dakevin qad û kolanan."

Ji bo xwedîderketina li Efrînê, wê roja 3'ê Sibatê bi pêşengiya tevgerên jinan ên di nava Platforma Xwedîderketina Efrînê de cih digirin, wê li parzemînên Asya, Amerîka û Ewropayê çalakiyên girseyî werin lidarxistin.

Nûnerên saziyên jinan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî bi rêya ANF'ê ev bang kirin, "3'ê Sibatê em ji bo Efrînê bibin milyonek kes û dakevin qad û kolanan."

BERDEVKA TJK-E OSMAN: EM HER CIHÎ BIKIN QADA SERHILDANÊ

Berdevka Tevgear Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Dilşa Osman diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê mirovên sivîl dikuje û bêdengiya dewletên navneteweyî bi hêrseke mezin şermezar kir.

Berdevka TJK-E diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk bi berxwedana Kurdan û dostên wan dikarin bên şikandin û got, "Em ji hêza xwe, dostên xwe û hêzên demokratîk bawer dikin. Çawa ku gelê me berê xwedî li Kobanê derket, îro jî li gelemperiya cîhanê tevî dostên xwe xwedî li Efrînê derdikeve."

Osman bi bîr xist ku li pişt êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê, Erdogan û dewleta Tirk hebûn û got, "Bi berxwedaneke mezin ew êrîş hate şikandin. Dewleta Tirk tevî çeteyên xw îro êrîşî Efrînê dike. Gelê me yê li Ewropa û çar aliyên cîhanê dijî xwedî li vê berxwedanê derdikeve. Di çalakiyên van her du hefteyên dawî de her kesî ev dît. Divê em vê astê nexînin, divê em mezintir bikin. Li gelek bajaran bi pêşengiya jin û ciwanan çalakî dewam dikin. Barekî dîrokî li ser pişta me ye. Tevî dostên xwe û hêzên demokratîk em biherikin qadan û êrîşên li ser Efrînê bişikînin. Divê 3'ê Sibatê bibe asta herî bilind a vê yekê. Em bi xurtî tevlî meş û çalakiyên 3'ê Sibatê yên li çar aliyê cîhanê bibin, bibin perçeyek ji vê berxwedanê û her cihî bikin qada serhildanê."

ARABACI: XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA EFRÎNÊ WEZÎFEYEKE ÎNSANÎ YE

Hevseroka Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) Şafak Arabaci jî bang kir ku roja 3'ê Sibatê ew bibin milyonek kes û xwedî li gelê Efrînê derkevin.

Arabaci bi bîr xist ku êrîşên li ser Efrînê ketine hefteya dudiyan û got, "Tifaqa şer a ku li ser dijminatiya li Kurdan bûye yek, bi jehra neteweperestî û şoven gelên Tirkiyeyê tevizandiye û bi vî rengî mirinê li ser gelê Efrînê dibarîne. Deleta Tirk ku jin, zarok, gelê sivîl dikuje û bi rojane bombeyan li ser Efrînê dibarîne, bi hêza ji bêdengiya dewletên emperyalîst girtî, çekên kîmyewî jî bi kar tîne. Yên ku li pêşberî kuştina jin û zarokan bêdeng in, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û UNICEF, saziyên navneteweyî hevparên vê komkujiyê ne. Em ê li pêşberî bedenên parçebûyî yên zarokên Kurd û li pêşberî komkujiya li sivîlan tê kirin bêdeng nemînin."

Arabaci bang li gelan bi taybetî jinan kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên 3'ê Sibatê bibin û got, "Wezîfeya me ya însanî ye ku em xwedî li berxwedana bi rûmet a jinên Efrînî derkevin û şer bisekinînin."

JI RÊVEBERÊN PYD'Ê ZOZAN ROJAVA: EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN

Ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Ewropayê Zozan Rojava bi bîr xist ku dewleta Tirk li Efrînê sivîlan dikuje û işaret bi çalakiyên şermezarkirinê yên 3'ê Sibatê bên lidarxistin kir.

Rojava got, "Gelê me ku bi rojan e li qadan e, divê careke din derkeve qadan û dengê xwe bilind bike. Divê em bi berxwedaneke bi heybet bersivê bidin berxwedana dîrokî ya li Efrînê. Lewma li ku dibe bila bibe divê gelê me dakeve qadan. Bila her kes bi vê zanibe; Em çiqasî dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin wê ev êrîşî werin şikandin. Ev çalakî her wiha wê hêzên navneteweyî bixin nava liv û tevgerê. Divê em bi vê bîr û baweriyê dakevin qadan. Çawa ku me li Kobanê li ber xwe dan û em bi ser ketin, em ê li Efrînê jî bi ser bikevin. Dewleta Tirk û Erdogan ê faşîst wê têk biçin."