BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 13'AN DE YE

Artêşa Tirk a dagiker, tevî komên xwe yên çete ku ji nava çeteyên DAÎŞ-El Nûsrayê daye hev, bi rengekî bê navber êrîşî Efrînê dike. Bi rêya bloga me ya zindî hûn dikarin rewşa dawî ya li Efrînê bişopînin.

23:45

Arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî navçeya Cindirêsê dikin.

22:55

YPJ: Barîn Kobanê li ser xeta Avesta bi çalakiya fedayî şehîd ket

 

21:25

Şervanên QSD’ê 3 wesayîtên doşka barkirî rûxandin û 2 wesayît jî derb kirin

Şervanên QSD’ê 30’ê Çileya 2018’an li gundê Şadiya ya girêdayî Reco ya Efrînê 5 wesayîtên artêşa Tirk û çeteyên wê xistin kemînê. Di encama çalakiya şervanên QSD’ê de 3 wesayîtên doşka li ser barkîr hatin rûxandin û 2 wesayît jî hatin derbkirin.

Dîmenên wan kêliyên li wesayîtan hatin xistin....

 

21:17

Çeteyên El Qaîde yên bi artêşa Tirk a dagirker re êrîşî Efrînê dikin li gundê Elbîska ya navçeya Recoyê malbatek ji 4 kesan pêk tê xistin malekê û bi saxî şewitandin.

20:50

Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê  bîlançoya şerê îro yê li Kantona Şehbayê eşkere kir.

 

20:19

Navenda Çapemeniya QSD’ê nasnameya 4 şervanên di Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Efrînê de şehîd bûne eşkere kir.

 

19:58

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Rêdûr Xelîl diyar kir ku ew texmîn dikin ku dewleta Tirk di êrîşên Ii ser Efrînê de çekên qedexekirî bi kar aniye. Xelîl teqez kir ku pispor vê bûyerê lêkolîn dikine da ku were îspatkirin.

19:26

Di roja 13’an a Berxwedana Serdemê de çi rû da?

Me pêşveçûn û geşedanên Destana ‘Berxwedana Serdemê’ ya ku li dijî êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û çeteyên wê tên kirin a di roja 13’an de, komî ser hev kir.

 

19:00

Çavdêrên Mafê Mirovan a Sûriye, ragihand ku ji 33 qetlîamên ku di nava mehekê de li Sûriye pêk hatîn, 5 ji wan li Efrînê pêk hatine.

 

18:06

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destnîşan kir ku hemû hêzên li hemberî komkujiyên artêşa Tirk a dagirker bêdeng dimînin hevkarên komkujiyê ne û got: “Serkeftin para Berxwedana Serdemê ye.”

 

17:47

Ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Fransayê daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîşên bi zanebûn ên li hember sivîl û saziyên sivîlan li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî sûc e.

17:43

Li meclîsa federal a Elmanyayê rûniştina li ser êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê dest pê kir, Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng bang li Merkelê kir û got, “Bêdengiya we ya li hemberî Efrînê nayê qebûlkirin."

17:28

Nûçegîhanê The Guardîanê yê Rojhilata Navîn Martîn Chûlov destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê weke ‘felaketekê’ bi ser Efrînê de hatin.

16:49

Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şerê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ya li Efrînê, bi civîneke çapemenî eşkere kir. QSD'ê diyar kir ku heta niha 473 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin

 

16:16

QSD’ê, bîlançoya Berxwedana Serdemê ya hefteyekê eşkere kir

 

16:02

Şervanên QSD’ê, li derdorî gundê Zarê yê Bilbilê li dijî hêzên dagirker çalakiyek lidar xistin. Hat ragihandin ku di çalakiyê de 20 leşker û çete hatine kuştin.

15:50

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de navenda herêma Cindirêsê û derdora gundê Kotana û Qerekola yên navçeya Bilbilê topbaran dike.

15:12

Nexweşxaneya Efrînê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, 13 rojan 104 sivîl hatine kuştin û 156 sivîl jî birîndar bûne.

 

14:49

Ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker, li gundê Çeqela yê navçeya Cindirêsê sivîlê bi navê Mihemed Ehmed Silêman ê 20 salî birîndar bû.

14:44

Cenazeyên 18 şehîdên Efrînê hatin oxirkirin

Bi sedan welatiyên herêma Efrînê cenazeyên 18 şehîdên xwe oxir kirin.

 

14:29

Li derdora navçeya Bilbilê ya Efrînê şerekî dijwar diqewime. Balafirên şer ên Tirk jî bombeyan li herêmê dibarînin.

13:24

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe topan diavêje gundên Omer Simo û Serînckê yên navçeya Meydankê.

13:20

AKP-DAÎŞ li mizgeftan didin

Artêşa Tirk a dagirker ku tevî çeteyên xwe yên ji nava DAÎŞ û El Nûsra daye hev êrîşî Efrînê dike, bombeyan li qadên pîroz û cihên dîrokî dibarîne.

Hêzên dagirker ên Tirk 29'ê Çileyê Mizgefta Selehedîn Eyûbî ya li navçeya Cindirêsê ya Efrînê dabûn ber bombeyan û îro carek din li heman mizgeftê bomber barandin.

12:55

Meşa ku ciwanan ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Efrinê ji Silêmanî dest pê kirin di roja 3. de ye.

11:56

Li Efrînê duh bi şev çi qewimî?

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 13'an de ne. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh êvarê li Bilbilê, Raco û Şera çalakiyên xurt kirin û di encamê de gelek wesayitên leşkerî û çeteyan hatin rûxandin.

Şervanên QSD'ê nîvê şevê li gundê Şîltahtê yê Bilbilê li artêşa Tirk û çeteyên wê xistin. Piştî çalakiyê, hêzên dagiker bi tank û obusan êrîşî gund û derdora wê kirin.

LI DERDORA GIRÊ QESTELÊ ŞER QEWIMÎ

Li Şera jî, di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên QSD'ê de bi şev li dora girê Qestelê şerekî giran qewimî. Şervanên QSD'ê bi çekên giran li dora gir çalakiyek kirin û tê gotin ku gelek leşker û çete hatine kuştin.

Balafirên şer ên Tirk duh êvarê bi giranî êrîşî gundê Bircikê Silêman ê navçeya Şerawa kirin. Li vê derê şerekî giran qewimî.

ŞIYÊ

Li navçeya Şiyê, artêşa Tirk a dagirker bi obus û tankan 12 saetan bê navber li girê nêzî gundê Merwaniyê xist. Tê gotin êrîş û şerê li herêmê giran in. Wekî din balafirên şer ên hêzên dagirker jî êrîşî Merwaniye û derdora wê kirin.

CINDIRÊSÊ

Dagirkeran duh bi şev bi balafirên şer û topan bombe li gundên Cindirêsê barandin. Êrîş hê jî dewam dike.

ŞEHBA

Li Şehbayê, şervanên QSD'ê li çar nuqteyan çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirin. Encama çalakiyên li hemberî Qil Cibrin û Marê hê zelal nebûye.

Wekî din artêşa Tirk a dagirker bi obus û tankan êrîşî Til Rifat û Şêx Îsa kir.

MABETA

Li Mabetayê, jî êrîşeke giran a dagirkeran hebû. Li gundê Xelîl û derdora wê şervanên QSD'ê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyeke xurt kirin. Di encamê de herî kêm 3 leşker Û çete mirin.

11:14

Bi hezaran kes ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê duh li Kobanê meş û mîtîngek li dar xistin.

 

10:54

Balafirên şer ên Tirk gundên Efrînê bomberdûman dikin

Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker careke gundên navçeya Bilbilê ya Efrînê ku bi deh hezaran welatiyên sivîl lê ne bomeberdûman dikin.

10:47

Hêzên QSD'ê ji sê nuqteyên cuda lê dan

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Bilbilê, Şiyê û Raco ji sê nuqteyên cuda li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Çavkaniyên herêmî gotin gelek çete û leşker hatine kuştin.

 

10:47

Siyasetmedara Bakurê Sûriyeyê Zelal Cîger li ser planên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê axivî û diyar kir berxwedana serdemê ya li Efrînê ji bo van planan asteng e û van planan pûç dike.

 

10:46

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Ayata êrîşên dewlet Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê nirxand û got, "Ji faşîzmê re her tim dijmin divê. Wekî din, dixwazin bîr û hişê civakê pûç bikin ku civak nikaribe baş bifikire. Ji ber ku gelek gendelî û dizî kirin."