Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û ji bo Efrînê banga piştgiriyê kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku şerê li Efrînê encama xweranegirtina AKP û dewleta Tirk a li vîn û rêxistiniya gelê Kurd e û hat gotin, "Berxwedana Efrînê wê xeta serketinê li ser mîrateya Kobanê li axa pîroz a Efrînê misoger bike û dersê bide faşîzmê. Zeytûna gelê Efrînê wê 'guliyê zeytûnê' yê AKP'ê bişikîne û parçe parçe bike."
Di daxuyaniya girtiyan de hat destnîşankirin ku şerê Efrînê wê nebe şerekî ji rêzê û hat gotin, "Berxwedana gelê Efrînê, berxwedana YPG/YPJ û hêzên şoreşger, wê tifaqa AKP-MHP'ê ji hev bixîne. Ji Kobanê heta Amedê, ji Amedê heta Silêmanî, ji Silêmanî heta Ûrmiyê, Rûsyayê, ELmanya, Fransa, Hollandayê divê Kurd li her cihê lê ne ji bo gelê Efrînê rabin ser piyan. Gelê Kurd û dostên wan ên li dora berxwedana Kobanê li hev civiyan, girîng e li cem berxwedana gelê Efrînê jî cih bigirin û li dijî konsepta şer a Erdogan-Bahçelî yên faşîst ji bo azadiya gelan têbikoşin. Ji bo balê bikişînin ser êrîşên li dijî Efrînê em ê ji Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û hemû saziyên navneteweyî re nameyan bişînin."