Kîppîngê bang li Merkelê kir: Ji bo Efrînê bêdeng nemîne!

Li meclîsa federal a Elmanyayê rûniştina li ser êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê dest pê kir, Hevseroka Partiya Çep  Katja Kîppîng bang li Merkelê kir û got, “Bêdengiya we ya li hemberî Efrînê nayê qebûlkirin."

Li ser serlêdana Partiya Çep êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê li meclîsa federal tê nîqaşkirin. Di beşa îro de ‘Di êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê de bikaranîna panzêrên Elmanyayê û helwesta hikumeta federal hate nîqaşkirin.”

Di rûniştinê de parlementerên jin ên Partiya Çep ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina dewleta Tirk egalên kesk û sor û zer li dora stûyê xwe pêçandin.

Axaftina destpêkê ya rûniştinê ji aliyê Hevseroka Partiya Çep  Katja Kîppîng hate kirin. Kîppîngê got ku, “Efrîn îro ne bi tenê bajarekî Kurdan e, di heman demê de li vê derê bi deh hezaran penaberên şer jî hene. Lê a niha bombe bi ser Efrînê de dibare.”

Kîppîngê bêdengiya hikumeta Elmanyayê şermezar kir û got, “Merkel û wezîrê karê derve Gabrîel bêdeng in. Bêdengbûn tê wateya çokvedana li hemberî Erdogan. Tirkiye li Efrînê berhemên dîrokî yên bi hezaran salan hildiweşîne. Artêşa Tirk bi bikaranîna tankên Elmanyayê êrîşî gelên sîvîl dike.”

Kîppîngê bang li hikumeta federal kir û got, “Ez bang li Merkel û Gabrîel dikim, bila leşkerên xwe yên li Konyayê bi paş ve bikişînin. Ji bo DYA, Rûsya û dewletên Ewrûpayê şermezeke mezin e ku li Sûriyeyê Kurdan dikin qurbana Erdogan. Bêdeng nemînin û êdî bi tu awayî çekan nefiroşin Tirkiyeyê.”

Piştî axaftina Kîppîngê parlementerekî Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyanan mudaxeleyî  egalên kesk û sor û zer kir û parlementeran ji neçarî egalên xwe derxistin.