Fransa: Êrîşên li hemberî sivîlan sûc e
Ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Fransayê daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîşên bi zanebûn ên li hember sivîl û saziyên sivîlan li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî sûc e.
Ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Fransayê daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîşên bi zanebûn ên li hember sivîl û saziyên sivîlan li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî sûc e.
Di daxuyaniya wezaretê de êrîşa li hember nexweşxaneyeke li Saraqîp a girêdayî Îdlîbê hate şermezarkirin. Her wiha hat diyarkirin ku ew ji mirinên sivîlan ên li Efrînê bi fikar in.
Fransayê êrîşên li hember Efrînê ji ber fikarên Tirkiyê yên ewlekariyê dîsa mafdar nîşan da. Lê belê bal kişand ser aliyê wê yê mirovî. Di daxuyaniyê de hate gotin ku mudaxeleya li Efrînê divê rewşa mirovî ya gelên Sûriyeyê xirab neke.
Di daxuyaniyê de wezaretê bal kişandiye ser hin bomberdûmanên rejîmê yên li Gûta û Îdlîbê û bi giştî xwest ku di êrîşan de yên ku sîvîl dibin hedef, divê biryarên Neteweyên Yekbûyî esas bêne girtin.
Derbarê mijarê de di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Fransa bi zanebûn bi bîr dixe ku êrîşên ku sîvîl, navendên tendirûstiyê û xebatkarên wan hedef digirin, binpêkirina hiqûqên mirovî yên navneteweyî ne. Biryara hejmara 2286’an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Fransa ve bi awayekî zelal tê qebûlkirin û parastin. Li gorî wê di pevçûnan de saziyên tendirûstiyê û personelên wan divê bên parastin. Fransa ji bo ku ev rewş bê başkirin hevalbendan û şîrîkan dawetî hevdîtinê dike.”