ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo Karkerên Fernas rêya muzakereyê hate vekirin
Karkerên Fernas ragihandin ku di encama berxwedana wan a ji Somayê heta Enqereyê dewam kirî de, rêya muzakereyê hate vekirin. -
Karkerên li Şîrecî Tekstîlê di nava şert û mercên xirab de tên xebitandin
Karkerên li Şîrecî Tekstîl a Dîlokê dixebitin, anîn ziman ku xwarina wan gelek ne baş e, xwarina kevn tê germkirin û şert û mercên xebatê ne bi ewle ye. -
ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyê nexweş Sidik Guler ê 84 salî sewqî Îskenderûnê hat kirin
Girtiyê nexweş Sidik Guler ê 84 salî, dîsa sewqî Girtîgeha Îskenderûnê hat kirin. -
Baroya Wanê: Merciya dozgeriyê nehişt em tevlî pêvajoya ATK’ê bibin
Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîşê de ku piştî winda bû 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, daxuyanî da û got: “Merciya dozgeriyê nehişt em tevlî pêvajoya ATK’ê bibin.” -
Greva birçîbûnê ya Werîşe Muradî di roja 6’an de ye
Tevna Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku Werîşe Muradî ya ku 6 roj in di greva birçîbûnê de ye, tedawî red kiriye. -
Nêçirvan Barzanî li Enqereyê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ji bo karibe Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bibîne gihîşt Enqereyê. -
Yekîneya bersivdanê ya YPS JIN li bazirganên narkotîkê xist
Yekîneya Bersivdanê ya Zîn Amed a YPS JIN ragihand ku li navçeya Farqîn a Amedê li dijî bazirganên narkotîkê bi armanca hişyarkirinê çalakiyek kiriye. -
Êrîş li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Înegolê hate kirin
Rêxistina Navçeya Înegolê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bû hedefa êrîşekê. -
Li Egeyê keştiyek koçberan noq bû: 2 pitik û 2 jinan jiyana xwe ji dest dan
Ewlekariya Peravî ya Yewnan ragihand ku li peravên girava Kos a li Derya Egeyê keştiye koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku di bûyerê de 2 pitik û 2 jinan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Amedê 15 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya hêzên dewleta Tirk de li Amedê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. -
ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Komîteya Çalakiyê ya Filistînê: Herikîna petrola ku Xezeyê dişewitîne rawestînin
Komîteya Çalakiyan a Fîlîstînê ji bo şermezarkirina rejîma AKP'ê û hevkarên wê yên ku sewqiyata petrolê bi dewleta Îsraîlê ya ku gelê Filistînê li Xezeyê bi saxî dişewitîne didomîne, ji Tunela Taksîmê heta Qada Şîşhaneyê meşiyan. -
17 saziyan ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû bang kirin
17 saziyên li Wanê xwestin girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû yê ku bi sendyeyê birin girtgîehê û ne pêkan e ku li girtîgehê tedawî bibe, serbest were berdan. -
Nêzî 200 akademîsyen piştgirî dan karkarên Fernasê
Nêzî 200 akademîsyen ji bo piştgiriyê bidin karkerên Fernasê yên ji ber endamtiya sendîkayan ji kar hatin avêtin û li Enqereyê di çalakiyê de ne kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. -
Leşkeran êrîşî çalakiya Dayikên Aştiyê kirin: Dayik hatin binçavkirin
Dayikên Aştiyê li dijî şer li navçeya Silopiyayê li hev civiyan. Leşkerên Tirk êrîşî çalakiyê kirin û gelek Dayikên Aştiyê binçav kirin. -
Cenazeyê xwendekara winda Rojîn Kabaîş hat dîtin
Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku 18 roj in winda bû hat dîtin. -
Bakirhan: Divê deriyên Îmraliyê tavilê bêne vekirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, "Divê deriyên Îmraliyê tavilê bêne vekirin." Bakirhan got, "Em Kurd, kedkar û bindest xwediyê esasî yê vî welatî ne." -
Cenazeyê Apê Nemir bi merasîmeke bi heybet hate veşartin
Yek ji sembola berxwedana Kobanê û şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Apê Nemir duh ji ber êşa dil li Kobanê şehîd bû. Îro jî bi merasîmeke bi heybet cenazeyê wî spartin axê. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin, careke din serlêdan kirin. -
Dadgeha Bilind beraeta kujeran pejirand
Daîreya Ceza ya 1'emîn a Dadgeha Bilind biryara beraetê ya doza têkildarî 19 kuştinên kiryar nediyar ên di navbera salên 1993-1996'an de pejirand. -
AKP gelekî li çekan xerc dike
Aborînas Ozgur Muftuoglû anî ziman ku ji ber krîza aboriyê teserûf tê ferzkirin, lê belê lêçûnên li çekan zêde bûye û got, "AKP razemeniya herî zêde li vê derê dike." -
ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DBP: Li Amedê li dijî tecrîdê helwesteke zelal hate nîşandan
Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê spasiya beşdarên mîtînga azadiyê ya li Amedê kir û diyar kir ku li dijî tecrîdê helwesteke zelal hate nîşandan. -
Edîtora ETHA'yê Pinar Gayip hate binçavkirin
Edîtora ETHA'yê Pinar Gayip ku ji ber îfadedayinê çû qereqolê hate binçavkirin.