Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn hunermendê şoreşger Alî Temel di salvegera 31’emîn a şehadeta xwe de bi bîr anîn.

Hunermend Alî Temel ku 9’ê tîrmeha 1994’an tevlî karwanê şehîdan bû, di salvegera 31’emîn a şehadeta xwe de ji aliyê TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn ve bi daxuyaniyekê hate bîranîn.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Ew hem nimûneya hunermendê welatparêz û şoreşger e, hem jî bersiva rast a li hemberî hunermendiya qure û ji serxweçûyî û welatparêziya wan a sexte ye.”

Peyama bîranînê ya TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn bi vî rengî ye:

“Hevalê Alî Temel ji gundê Girê Sor ê Dêrika Çiyayê Mazî ye. Odeya gund li malê wan bûye û ji dengê dengbêjan tesîr bûye û eleqeya wî bi muzîkê re pêş ketiye. Mazlum Doğan, yek ji kesayetên pêşeng ên Şoreşa Kurdistanê ye, di sala 1977’an de çûye Dêrikê. Li vir Alî Temel nas kiriye û axivî ye. Bi vî awayî, ew beşdarî xebatên tevgera azadiyê bûye.

Dawiya 1980’ê dagirker wî digirin û 120 roj li Tugaya Mêrdînê êşkenceyê li wî dikin. Alî Temel heta sala 1990’î di zindanê de maye. 9 salên vê demê li Zindana Amed derbas kiriye. Li Zindana Amedê li hember hovîtîyê li ber xwe daye. Ew şahîdê Çalakiya Çaran e.

Hevalê Alî Temel sala 1990’î serbest maye. Demek kurt li gundê xwe dimîne û derbasî Stenbolê bûye. Li vir tevlî  Koma Çiya dibe.

Wî hevaltiya Şehîd Sefkan kiribû, bi Mazlûmm Dogan û Ferhad Kurtay re xebat kiribû, dilsozê vê xeta pîroz ma. Evîndarekî bi aram ku her xwîngerm û bi bawerî meşiya. Bi gotinên xwe yên hesan, bi melodiyên xwe yên cêwiyên hestên gel û bi dengê xwe yê nazik û bi kesayetiya xwe ya dilnizm, di demeke kin de cihê xwe di dilê bi milyonan welatparêz de çêkir.

Di karên rêxistinî de, di zindanê de, di karê hunerî de û di hilgirtina çekê de bi tempoyeke bê westan ji bo azadiyê li ber xwe da, stra, helbest nivisî û şe rkir.

Ji ber vê jî Alî Temel ne tenê wek hunermendekî bi bîr tê, piralî û di tekoşîna azadiyê de xwedî cihekî taybet e.

Bi taybet di destpêka salên 90’î de, roleke mezin di pêşxistina karê komên Muzîkê de, di avakirin û xurtkirina navend û şaxên navendên çandê li Metropolên Tirkiyeyê de lîst.

Di 9’ê Tîrmeha 1994’an de Alî Temel û pênc hevalên wî li şikeftên Carê Sergo yên nêzîkî gundê Tirbikê bûne. Li vir bi artêşa Tirk re şer derdikeve. Pênc hevalên xwe li ber çavên wî şehîd bûne. Alî Temel jî heta kêliya dawî şer kiriye. Dema ku cebilxaneya xwe xilas bûye, wî pîna bombeyê kişandiye û şehîd bûye.

Rê, heyecan, rih û baweriya Alî Temel û hemû şehîdên azadiyê her tim wê ji me re rêber bin.”