DBP: Li Amedê li dijî tecrîdê helwesteke zelal hate nîşandan

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê spasiya beşdarên mîtînga azadiyê ya li Amedê kir û diyar kir ku li dijî tecrîdê helwesteke zelal hate nîşandan.

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî mitînga “Azadiyê” ku tevî qedexe û astengkirinan duh li Amedê lidar xistin daxuyaniyeke nivîskî weşand. DBP’ê di daxuyaniya xwe ya li ser hesaba xwe ya X’yê parve kir de soza bilindkirina têkoşînê da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ ‘Mîtînga me ya Azadiyê ya li dijî tecrîdê’ ku me li Amedê li dijî pergala tecrîdê ya di şexsê birêz Ocalan de destpê kir û bandor li tevahiya civakê kir, tevî hemû qedexe, zext û astengiyan jî li gorî armanca xwe pêk hat. Gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê careke din vîna xwe ya çareseriya demokratîk, aştiyeke mayînde û azadiyê nîşan dan. Ji ber vê yekê, bi nîşandana helwesta xwe ya li dijî tecrîdê re gelan berpirsyariyeke dîrokî dan mûxatabên çareseriyê. Bi vê boneyê; Em spasiyên xwe yên jidil û hurmetên xwe ji bo her hevrêyeke/î ku di vê demê de ji bo derxistina welêt ji nava tarîtiya tecrîdê ked dan, li gelên me yên ku kolan veguherandin qada berxwedanê, hevalên xwe yên ku di pêvajoya amadekirina mîtîngê de bi şev û roj xebitîn û ji hemû hevalên xwe yên ku desteka xwe pêşkêş kirin û li cem me sekinîn re pêşkêş dikin. Li dijî tecrîdê dê li her qadê têkoşîna me berdewam bike, em dubare dikin ku em ê di têkoşîna azadî û edaletê de hewldana pratik a xwedîderketina herî xurt bidin.”