Baroya Wanê: Merciya dozgeriyê nehişt em tevlî pêvajoya ATK’ê bibin

Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîşê de ku piştî winda bû 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, daxuyanî da û got: “Merciya dozgeriyê nehişt em tevlî pêvajoya ATK’ê bibin.”

Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîşê de ku di 27’ê Îlonê de winda bû û 18 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin, daxuyaniyek da. Serokê Baroyê Sînan Ozaraz, navenda mafê jinan a baroya Wanê û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) tevlî daxuyaniyê bûn.

Sînan Ozaraz daxuyanî xwend û diyar kir ku ji roja ewil de şopdarê dosyayê bûne û got: “Peywirdarên yurdê dereng agahî dan malbatê. Ev ji binpêkirinan tenê yeke. Dozgeriyê ketin û têketinên zanîngehê bi bandor nexist bi kontrolê. Di alî ewlehiyê de qelsiyên cidî hebûn. Me ji dozgeriyê re got ev wê bibe wek dosya Gulîstan Doku. Lê wek her tim dozgeriyê em ji derveyê dosyayê hiştin û bersivên wekê em tiştên pêwist dikin.  Her wiha me saziyên civak sivîl, baroya Wanê û navenda jinê xwest pêvajoya tipa edlî bişopînin. Merciya dozgeriyê nehişt em tevlî pêvajoya ATK’ê bibin.”

Daxuyanî bi pirs û bersivan dawî bû.