Cenazeyê xwendekara winda Rojîn Kabaîş hat dîtin
Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku 18 roj in winda bû hat dîtin.
Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku 18 roj in winda bû hat dîtin.
Wezîrê Karên Hundirîn ragihand ku cenazeyê Rojîn Kabaîş li qeraxa gundê Mola Kasim a Gola Wanê hatiye dîtin.
Rojîn Kabaîş a 21 salî li Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dixwend, 18 roj in winda bû.
Rojbîn Kabaîş êvara 27'ê Îlonê piştî şîvê ji Wargeha Keçan a Seyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê derket û careke din agahî jê nehat girtin.