Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

‘Divê Dadgeha Destûra Bingehîn a Elman biryara xwe ya beriya niha bîne bîra xwe’

Ji Azadî e.V’ê Mehmet Demîr têkildarî mijara radestkirina aktîvîstê Kurd Mehmet Çakas axivî û biryara beriya niha ya Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê ya Federal a li hemberî êşkence û kiryarên xerab bi bîr xist û got, divê Çakas neyê radestkirin.

DOZA MEHMET ÇAKAS

Aktîvîstê Kurd Mehmet Çakas ku Kanûna 2022’an li ser daxwaza meqamên Elman li Îtalyayê hate binavçavkirin û Adara 2023’an radestî Elmanyayê hate kirin, di Nîsana 2024’an de Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Celleyê bi îdîaya ‘Endametiya PKK’ê’ 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê birî. Çalas ku niha li Girtîgeha Uelzen a li Saksonya Jêrîn tê ragirtin, tê plankirin ku 4’ê Cotmeha 2025’an bê berdan.

Lê belê serlêdana penaberiyê ya Çakas ji aliyê Daîreya Penaber û Koçê ya Federal (BAMF) ve hat redkirin. Dadgeha Îdareyê ya Luneburgê jî bêyî ku hincetên serlêdana rabûna li ber dersînorkirinê binirxîne, red kir.

Serdozgeriyê jî beriya çend rojan dest ji bicihanîna cezayê girtîgehê berda û pêşî li pêvajoya dersînorkirina Çakas ji bo Tirkiyeyê vekir. Ji Azadî e.V’ê Mehmet Demîr li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Mehmet Demîr got, “Têkildarî doza Çakas roja Pêncşemê li Hambûrgê Azadî e.V, malbata wî, parêzerên wî û siyasetmedar beşdarî civînekê bûn. Bi taybetî parêzerê ku li ser pêvajoyê agahiya xwe heye û li doza ceza dinihêre tevlî civînê bû.

Em di doza Çakas de planeke balkêş dibînin. Di agahiya ku ji parêzeran û malbata wî re hate dayin de tê gotin, statuya wî ya penaberiyê ya li Îtalyayê bi temamî bi dawî bûye. Lê belê di encama hewldanên me de eşkere bû ku dosya hîn vekirî ye; bi temamî negirtî ye.”

Mehmet Demîr têkildarî pratîkên bi vî rengî yên meqamên Elman ên di vê dema dîrokî de şîroveyeke bi vî rengî kir:

“Di vê demê de ku PKK’ê di kongreya xwe ya 5-7’ê Gulanê de biryara fesixkirinê da û biryar da ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike, Bundeskriminalamt (Daîreya Krîmînal a Federal a Elmanyayê) daxuyaniyek da. Serlêdan tê kirin û ew jî daxuyaniyekê dide. Daxuyaniyeke welê ye, weke ku dixwazin pêvajoyê têk bibin.

Dixwazin vê yekê bibêjin: ‘Vê rêxistinê beriya niha jî çek danî, gelek caran agirbest ragihand, berê jî xwe fesix kir. Niha em nikarin wan yekser weke ku dibêjin qebûl bikin. Em ê li bendê bisekinin û bibînin’. Daxuyaniyek di vê çarçoveyê de hate dayin.

Dema ku mirov van hemûyan tînin gel hev, hingî dikevin nava fikaran ku li holê lîstikeke qirêj heye. Ya rast, weke Azadî e.V piştî vê daxuyaniya meqamên Elman em ketin nava fikaran û di vê çarçoveyê de ketin nava gelek hewldanan.”

Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve ya têkildarî doza Çakas û pratîkên krîmînalîzekirinê jî Mehmet Demîr anî ziman ku wê bikevin nava hewldanên bi vî rengî:

“Çend roj in têkildarî doza Çakas li Hannover, Hambûrg û gelek bajarên din çalakî têne lidarxistin. Her wiha agahiyên berevajîkirinê yên di doza Çakas de tên kirin ji raya giştî re bêne vegotin, li ser medya dîjîtal karek hate meşandin. Ji ber ku biryara herî bilind a têkildarî van di destê Wezîrê Karên Hundir ê Niedersachsenê û Wezîrê Edaletê yê Niedersachsenê de ye. Dozgerî, dadgeh, parêzer hemû bi wan ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê li wan deveran hin karên çapemeniyê hatin kirin.

Li gorî agahiya ku parêzerê li doza Çakas dinihêre pêşkêş kir, tê payin ku Dadgeha Destûra Bingehîn bersiva serlêdanê bide. Em plan dikin ku heta Dadgeha Destûra Bingehîn biryarê bide, hin çalakiyan dewam bikin.”

Ji bo pirsa “Doza Çakas ji bo aktîvîstên siyasî ıyên Kurd dikare bibe mînakek?” Mehmet Demîr got, “Ya rast ev rewş cihê fikaran e, dibe ku rewşeke neyînî be; dibe ku bibe mînakeke nebaş e. Aktîvîstê siyasî yê Kurd Kenan Ayaz ê ku serlêdana wî ya penaberiyê hîn li Qibrisê dewam dike, hîn jî li Hambûrgê girtî ye. Mînakên din jî hene. Di dema pêş de ev pratîk dikare bandorê li welatparêzekî bike.

Tu yê aktîvîstekî Kurd di çarçoveya 129b de darizîne û 2 sal û 10 mehan ceza bibire. Dema bidawîbûna ceza 4’ê Cotmehê ye. Lê belê sê meh beriya vê yekê tu yê bikeve nava hewldaneke bi vî rengî. Çima? Çi bû? Di dosyayên cuda de heta roja dawî girtî dihate hiştin -ku ev pêkanîn teqez bêhiqûqî ye- serdozger di vê dozê de dibêje, ‘Eger hûn biryara dersînorkirinê werbigirin, em ê jî beriya ku ceza biqede serbest berdin’. Yanî ev tê wê wateyê ku dibêje ‘Bibin’.

Meseleyê edlî dikin. Niha di dozên edlî de tiştekî weke daxwaza radestkirina sûcdaran heye; lê belê li hemberî kesekî ku ji aliyê siyasî ve serlêdana penaberiyê kiriye, tu nikare bikeve nava hewldaneke bi vî rengî. Eger li yekî bê kirin wê pêşî bê vekirin ku ji niha û pê ve jî bê kirin. Dikarin yekser ji salona dadgerê bigirin û bibin balafirgehê. Em mînakên bi vî rengî zanin.

Her wiha me biryareke bi vî rengî jî pêşkêşî wan kir: Di sala 2010’an de ciwanekî ji Dersimê yê li Elmanyayê radestî Tirkiyeyê hate kirin. Wê demê serlêdan hatibû kirin ku eger radestî Tirkiyeyê bê kirin wê êşkence û kiryarên xerab lê bê kirin. Ji xwe dema ku şandin Tirkiyeyê êşkence û kiryarên xerab lê hate kirin. Parêzeran ev rewş tespît kirin û Dadgeha Destûra Bingehîn a li Karlsrûheyê biryarek wergirt. Di biryarê de hate gotin, ‘Eger li welatê ku jê re bê şandin dibe ku êşkence û kiryarên xerab lê bê kirin, nabe ku hûn radest bikin’.

Li aliyê din, li Tirkiyeyê hîn jî êşkence û kiryarên xerab li aktîvîstên Kurd têne kirin. Her wiha Elmanya û hin welat bang li welatiyên xwe dikin û dibêjin, ‘Neçin Tirkiyeyê, ji bo betlaneyê jî neçin’. Demên derbasbûyî ev biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve jî gelek caran bi cih hate anîn û mînak hate dîtin. Me ev yek pêşkêşî wan kir. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku meqamên Elman ji bo neyê dersînorkirin biryarekê werbigirin.”