Li Egeyê keştiyek koçberan noq bû: 2 pitik û 2 jinan jiyana xwe ji dest dan

Ewlekariya Peravî ya Yewnan ragihand ku li peravên girava Kos a li Derya Egeyê keştiye koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku di bûyerê de 2 pitik û 2 jinan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî berdevkê ewlekariya peravî ku êvara Sêşemê daxuyanî da, li peravên girava Kos a Yewnan keştiyek koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 2 pitik û 2 jinan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî berdevk, kesekî ku guman jê tê kirin bazirganê mirovan e jî di nav de 27 kes hatin rizgarkirin.

Peravên Yewnan ku rêgeheke koçberên ji Efrîka û Rojhilata Navîn e ku berê xwe didin Ewropa û Îngilistanê, gelek caran dibin sedema trajediyê.

Meha Îlonê li Derya Egeyê li peravên girava Samosê 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.