ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû: Silava Devlet Bahçelî ji bo şerê taybet e. Hewldana berevajîkirina vê yekê tê wê wateya fêhmnekirina ji polîtîkaya qirkirinê û rastiya dewletê ya Tirk.

Endamê Meclîsa Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl bal kişand ser tevkariya çand û hunerê ya li şoreşê û got, “Ya ku ruh bide qadên siyasî, dîplomasî, leşkerî û aboriyê hişmendiya çand û hunerê ye. ”

Hunermendên Kurd ji xelkê Başûrê Kurdistanê xwest ku di hilbijartinan de piştgiriyê nede hevkar û xiyanetkaran û gotin, “Divê gelê me bersivê bide dagirker û xiyanetkaran.”

Li Êlihê Fûara Pirtûkên Kurdî destpê dike.