ROJANE
Hemû Nûçe
-
Karayilan: Em rê nadin taktîkên şerê taybet
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya herêmî û navneteweyî, bi hemû pêkhateyên xwe 9 sal in li dijî Kurdan şer dewam dike û got, di vî şerî de nekariye encama ku dixwest bi dest bixe. -
Li navenda TUSAŞ'ê teqîn û pevçûn çêbû
Hate ragihandin ku li navçeya Kazan a Enqereyê li Navenda Hevkariya Anonîm a Pîşesaziya Balafiran a Tirk (TUSAŞ) teqîn û pevçûn çêbû. Li gorî hêzên dewleta Tirk 2 jê çalakvan 7 kes jiyana xwe ji dest dan. -
Cînayeta Narîn Guran: Îdîaname hate qebûlkirin
Îdîanameya ku derbarê qetilkirina Narîn Guran a 8 salî hatî amadekirin, hate qebûlkirin. -
Civîna li Amedê: Şaredarî divê di nava piştevaniyê de bin
Di civîna UCLG-MEWA ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jê re malûvaniyê dike de, bal hate kişandina ser girîngiya piştevaniya di navbera şaredariyan de. -
Heval Bozdag: Pergala tenduristiyê pêşiya çeteyan vedike
Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag diyar kir ku pirsgirêkên li sîstema tenduristiyê tenê weke meseleya nexweşxaneyekê yan jî çeteyekê neyê dîtin û got, sîstemê pêşî li çetebûnê vekiriye. -
Li Tetwanê çar kes hatin binçavkirin
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê serê sibehê di serdegirtina gelek malan de herî kêm 4 kes hatin binçavkirin. -
‘Em li dora Rêber Apo kom bibin, têbikoşin û bi ser bikevin’
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku gelê Kurd û gelên herêmê di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û got: “Me aqileke ku me bibe azadiyê heye. Em li dora vî aqilî, yanî li dora Rêber Apo kom bibin, têbikoşin û bi ser bikevin.” -
Kaya: Bazirganiya li qada tenduristiyê dibe sedema mirinê
Hevserokê Aksarayê yê SES'ê Dîren Can Kaya diyar kir ku ew ji bo xizmeteke civakî û tenduristiyê ya wekhev, bêpere, xurt û bi zimanê dayikê têdikoşin û got, "Tenduristî maf e, nabe bê firotin. Bazirganiya li tenduristiyê dibe sedema mirinê." -
Gergerlîoglû: Fahrettîn Koca beriya 2 salan lêkolîn kiribûya, ewqas pitik nedimir
Parlamenterê DEM Gergerlîoglû ku têkildarî Nexweşxaneya Taybet a Medîlîfe ya ku çeteya Yenîdogan lê çalak bû di sala 2022'an de pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kir, got "Eger bihata lêkolînkirin wê ewqas pitik nemiribûna." -
ROJEVA 23'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bayindir: Tiştên ku îro tên axaftin encama berxwedanê ne
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku nîqaşên li dor pirsgirêka Kurd encama têkoşîna gelê Kurd e û got, ew ê gavekê jî ji daxwaza azadiya Rêber Apo paşde neavêjin. -
Tulay Hatîmogûllari: Divê tecrîd teqez bê rakirin!
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Çareseriya pirsgirêka Kurd di destê me de ye. Rê, rêbaz û muxatabê çareseriyê jî diyar e. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê teqez bê rakirin." -
Li hemberî rojnamevan Gok lêpirsîneke nû hate destpêkirin
Eşkere bû ku li hemberî rojnamevan Abdûrrahman Gok lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêber Apo ku 44 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin, parêzeran ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin. -
ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hevdîtina Ozel-Demîrtaş: 'Bêyî serweriya hiqûqê asayîbûn ne pêkan e'
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahatîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re daxuyanî da. -
Ji bo rûniştina biryarê ya Dîcle Mûftûoglû banga tevlîbûnê hat kirin
Rêxistinên hempîşeyî yên çapemeniyê, ji bo rûniştina biryarê ya Hevseroka DFG’ê Dîcle Mûftûoglu ku wê di 24’ê Cotmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn ya Amedê bê dîtin, banga tevlîbûn kirin. -
Komkujiya pitikan: DEM Partiyê banga îstifayê li Wezîrê Tenduristiyê kir
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li ber Wezareta Tenduristiyê têkildarî komkujiya pitikan daxuyanî da û banga îstifayê li Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû kir. -
Milîsên KBDH'ê li Stenbolê çalakiya sbotajê kirin
Milîsên Delal Amed ên KBDH'ê ragihandin ku li Stenbolê li dijî tecrîd û dagirkeriyê agir berdane depoyeke hilberîna kîmyewî û kozmetîk. -
Serokê ‘Çeteya Yenîdogan’ parêzvanê berê yê Bahçelî Mûrat Mantûş e
Di gilînameya têkildarî 'Yenîdogan Çetesi' de eşkere bû ku lîderê çeteyê parêzvanê berê yê Bahçelî Mûrat Mantûş e. -
Fethullah Gulen mir
Malpera Herkul ragihand ku Fethullah Gulen mir. -
ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Komîsyona Hilbijartinê: Heta nîvro rêjeya tevlîbûnê ji sedî 31 bû
Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ragihand heta saet 12:00’an rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 31’e. -
Ji sedî 75 ê nifûsa Tirkiyeyê antîdepresan bi kar tîne
Sala 2002'an dema ku AKP bû desthilatdar, 4 milyon qutî dermanê antîdepresan dihate firotin. Sala 2023'an 65 milyon qutî têne firotin. -
ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.