Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li gorî polîsên Elman plana êrîşeke ‘Îslamî’ hate pûçkirin

Polîsên Elman ragihandin ku plana êrîşeke “terorî ya Îslamî” hate pûçkirin û bi operasyoneke taybet gumanbarekî 27 salî hate binçavkirin.

Polîsên Elman di çarçoveya lêpirsîna têkildarî finansmana plana êrîşeke “terorî ya Îslamî” de, li Rojavayê Elmanyayê kesekî Bosnayî hate binçavkirin û çend mal hatin lêgerînkirin.

Hat zanîn ku gumanbar 27 salî ye. Yekîneya mudaxileya taybet a polîsên Elman (SEK) di saetên siharê de li herêma Essen û Dortmund bi operasyonekê gumanbar binçav kirin.

PERWERDEYA LEŞKERÎ DÎTIYE

Polîs û dozgeriyê, eşkere nekir ku êrîş wê li kuderê û çawa pêk hatiba. Hat diyarkirin ku têkildarî vê yekê lêpirsîn dewam dike. Li gorî medyaya Elman, gumanbar perwerdeya leşkerî dîtiye.

Li herêmê lêgerîn dewam dike.