ROJANE
Hemû Nûçe
-
Temellî: Muxatabê destpêkê li Îmrali ye
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muxatabê destpêkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “DEM Partî amade ye ku berpirsyariyê bigire ser xwe.” -
Girtî Bogûrcû li girtîgehê hate qetilkirin
Îbrahîm Bogûrcû yê 32 salî ku li Qoserê girtî bû, li girtîgehê hate qetilkirin. -
Milîsên HBDH'ê qemyonek îmha kirin
Milîsên Şoreş Semsûr ên HBDH'ê ragihandin ku ji bo 'Bîranîna şehîdên Komkujiya Gar a Enqereyê' agir berdan qemyonek ku ji Stenbolê diçû Kocaeliyê. -
Li Amedê ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li navçeya Rezan a Amedê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li Semsûrê 4 DEM Partiyî hatin binçavkirin
Hêzên dewleta Tirk li navçeya Kolik a Semsûrê bi ser malan de girt û Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Saît Dîlek jî di nav de, 4 kes binçav kirin. -
ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Parêzer Sarica: Êşkenceyê ji holê rakin û deriyên Îmraliyê vekin
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica di çalakiya “Azadiyê” de axivî û xwest deriyên Girtîgeha Îmraliyê bên vekirin û got: “Êşkenceyê ji holê rakin û deriyên Îmraliyê vekin.” -
Li Amedê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
Girseyê piştî mîtînga “Azadiyê” ya li Amedê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” meş li dar xist. -
Bakirhan: Navnîşana aştiya civakî, Îmrali ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mîtînga “Azadiyê” de axivî û bertek nîşanî qedexekirina mitîngê da. Bakirhan, wiha got: “Navnîşana aştiya civakî, Îmrali ye.” -
Li gelek navendan Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin
Li gelek navendan “Mitînga Azadiyê” ya Amedê bi daxuyaniyan hate silavkirin û hate gotin: “Tevî her tiştekî jî gelê me li dijî tecrîdê dimeşe. Em ê tecrîdê bi têkoşîneke hevpar ji holê rakin.” -
Li gel astengiya polîsan jî gel ber bi mîtînga Amedê ve diherike
Ji bo mîtînga 'azadiyê' ku bi armanca misogerkirina azadiy Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Amedê tê lidarxistin, ji gelek bajaran gel bi rê ket, lê li astengiya bi rêk û pêk a polîsan rast hat. -
Milîsên HBDH'ê li 3 bajaran çalakî kirin
Milîsên Serpîl Polat ên HBDH'ê ragihandin ku ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê li sê bajaran çalakî kirine. -
Ji çalakgerên Edene û Mersînê protestoya astengiya 'Mîtînga Azadiyê'
Kesên ji bo beşdariya “Mitînga Azadiyê” ya li Amedê ji Edene û Mêrsînê ketin rê, bi çalakiya rûniştinê astengkirina polîsan protesto kirin. -
ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Gel ji bo biçin Amedê li dijî astengiyên polîsan li ber xwe didin
Welatiyên ji Çanakkale, Balikesîr, Enqere û Colemêrgê ji bo biçin Amedê derketin rê, ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Gel li dijî astengiyên polîsan dest bi çalakiyên rûniştinê kirin. -
Rapora Neteweyên Yekbûyî: Bi cezayê dîsîplînê hevdîtin nayê sînordarkirin
Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, destnîşan kir ku di encama cezayên dîsîplînê de mafê hevdîtina malbat û parêzeran nayê sînordarkirin û 65 pêşniyar ji Tirkiyeyê re hatin kirin. -
Cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hate betalkirin
Parêzerê Şerîfe Mihemedî, Emîr Reîsîan ragihand ku cezayê darvekirinê ya Şerîfe Mihemedî hatiye betalkirin. -
DEM Partî: Em erîşên nijadperest û zayendparêz ên li dijî Tulay Hatîmogullari şermezar dikin
Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê erîşên nijadperest û zayendparêz ên li dijî Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari şermezar kir. -
‘Girtiya nexweş Hatîce Onaran divê were berdan’
Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de bal hate kişandina ser rewşa girtiya nexweş Hatîce Onaran a ÎHD’î û peyama “divê were berdan” hate dayîn. -
Di Kongreya Baroya Amedê de nerazîbûna li hemberî tecrîda Îmraliyê
Hevseroka Şaxa OHD’ê Gîzem Mîran di Kongreya Baroya Amedê de axivî û diyar kir ku desthilatdarî veguheriye şêwazekî faşîst. Gîzem Mîran nerazîn nîşanî tecrîda Îmraliyê da. -
Xizmên windayan li 4 bajaran lêgerîna edaletê domandin
Endamên ÎHD û xizmên windayan ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatine qetilkirin, li 4 bajaran lêgerîna edaletê domandin. -
Jin û zarokên Efrîkaya Başûr ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakî lidar xistin
Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ jin û zarokên Efrîkaya Başûr çalakî lidar xistin û helbest xwendin. -
Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ tevî astengiya polîsan jî bi rê ketin
Kesên dixwestin ji bo Mîtînga Azadiyê ya li Amedê bi rê bikevin, rastî astengiya polîsan hatin. Gelek kes bi derfetên xwe bi rê ketin. -
Dayik ji bo 11 gundiyên di bin çavan de hatine qetilkirin, hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo 11 gundiyên ku beriya 31 salan ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hatine qetilkirin, hatin ba hev. -
Bultena Tecrîdê: 3 sal û 6 meh in ji Îmraliyê agahî nayê girtin!
OHD'ê, diyar kir ku Îmralî 24 sal, 7 meh û 28 roj in di bin tecrîdê de ye û ji Îmraliyê 3 sal, 6 meh û 17 roj in ti agahî nayê girtin.