Yekîneya bersivdanê ya YPS JIN li bazirganên narkotîkê xist

Yekîneya Bersivdanê ya Zîn Amed a YPS JIN ragihand ku li navçeya Farqîn a Amedê li dijî bazirganên narkotîkê bi armanca hişyarkirinê çalakiyek kiriye.

Yekîneya bersivdanê ya YPS JIN daxuyaniyek da û diyar kir ku 15'ê Cotmehê saet di 21:00 de li Parka Kaniya Navîn a taxa Baglar a navçeya Farqînê li bazirganên narkotîkê xist.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li hemberî bazirganên narkotîkê B.S. û M.C. "Ji bo hişyarkirinê bi bombeya deng a bi parçe çalakî hate kirin."

Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku 2'ê Cotmehê li taxa Yeşîltepe ya Êlihê pankarta bi nivîsa 'Li Kurdistanê cih ji narkotîkê re nîne' li ser pirekê hatiye daliqandin.