Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye
Hunermendê Kurd Rotînda jî wê beşdarî Festîvala Zarokên Kurd a li qada Winterthur Barbara-Reinhartê bibe. Festîval wê 13’ê Tîrmehê saet di 10:30’î de destpê bike.
Hunermendê Kurd Rotînda jî wê beşdarî Festîvala Zarokên Kurd a li qada Winterthur Barbara-Reinhartê bibe. Festîval wê 13’ê Tîrmehê saet di 10:30’î de destpê bike.
Bi pêşengiya Meclîsa Zarokên Kurd a Swîsreyê û bi piştgiriya Enstîtuya Kurdî-Swîsre, Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S), Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Winterthurê îsal cara 3’yemîn Festîvala Zarokên Kurd tê lidarxistin.
Di demekê de ku polîtîkayên asîmîlasyonê ji zarokatiyê destpê dike û li ser rêyên koçberiyê tê xwestin, zimanê dayikê bê bêdengkirin, rengê berxwedanê yê zarokên Kurd careke din derdikeve ser dikê.
Festîvala Zarokên Kurd ku ji bo nîşan bide, zimanê Kurdî zimanekî zindî ye îsal cara sêyemîn tê lidarxistin, wê 13’ê Tîrmehê roja Yekşemê saet di 10:30’î de li qada Barbara-Reinhartê li bajarê Winterthur ê Swîsreyê pêk were.
Dirûşma îsal a festîvalê bi vî rengî ye: Ziman, reng û zarok: Em bi wan hene!
Di festîvalê de wê bi rêya atolyeyên lîstik, çand û hunerê yên Kurdî zarok karibin hişê dîrokî fêhm bikin.
Ji bo festîvala ku zarok demeke dirêj xwe jê re amade dikin, tenê çend roj mane û ji bo tevlîbûna li festîvalê bang tê kirin.
Di festîvalê de wê pêşbirkên ji helbest, wêne, satranç û bezê bêne lidarxistin. Her wiha koroya zarokan, koma şano ya zarokan û koma govendê ya zarokan jî derkevin ser dikê.
Di pêşangeha zarokan de wê kincên zarokên Kurd bêne nîşandan.
Di festîvalê de li gel Koma Zarokan wê hunermend Rotînda, Şerîf Omerî, Elenora Gelawêj, Dîlber Hêma, Koma Jalaho, Koma Awaza Mîtîra û Koma Dengê Azadî jî hunera xwe pêşkêş bikin.