Greva birçîbûnê ya Werîşe Muradî di roja 6’an de ye

Tevna Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku Werîşe Muradî ya ku 6 roj in di greva birçîbûnê de ye, tedawî red kiriye.

WERÎŞE MURADÎ

Tevna Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê têkildarî rewşa girtiya siyasî Werîşe Muradî bi raporekê agahiyan belav kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku Werîşe Muradî di roja şeşem ya gireva birçîbûnê de daxwaza bijîjkan a ji bo şandina beşa tenduristiyê û lêdana derziyên xwarinê, redkiriye.

Werîşe Mûradî ya endama Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetir e li Girtîgeha Evînê di qawîşa jinan de girtî ye.