17 saziyan ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû bang kirin

17 saziyên li Wanê xwestin girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû yê ku bi sendyeyê birin girtgîehê û ne pêkan e ku li girtîgehê tedawî bibe, serbest were berdan.

Li Wanê 17 saziyên sivîl ji bo balê bikişînin ser tenduristiya girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû daxuyanî dan. Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Wanê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ARSÎSA, MEBYA-DER, TUAY-DER, DEM Partî û Baroya Wanê li ber Kampusa Girtîgeha Wanê bi pankarta "Ji girtiyên nexweş re azadî"çalakî li dar xistin.

Li ser navê saziyan Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Wanê Mehtap Işik daxuyanî xwend. Mehtap Işik bal kişand ser tenduristiya girtiyê nexweş Gemîcîoglû yê ku cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û wiha got: "8 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî ku ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, di 3’yê Cotmeha 2024'an de bi ambûlansê ji mala xwe hat girtin û 8 saetan di ambûlansê de hiştin. Piştre ji Geverê birin Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Wanê. Girtiyê ku di rê de tenduristiya wî xirab bû ewil birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê. Ji ber li wir şert û merc ne guncaw bû, sewqî Navenda Tipê ya Zanîngeha Dursun Odabaş a Wanê Yuzuncu Yilê kirin."

‘NE PÊKAN E KU LI GIRTÎGEHÊ TEDAWÎ BIBE’  

Mehtap Işik anî ziman ku ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû muayene û dermankirinên pêwîst nehatine kirin û wiha got: “Piştî ku tenê şevekê li nexweşxaneyê ma, tavilê dîsa birin Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Wanê. Girtiyê ji ber kansera rektûmê hem kemoterapî û hem jî radyoterapiyê dît, lê ji ber kêmasiya tedawiyê emeliyat bû. Roviyên nexweşê ku di dema emeliyatê de beşek jêkirin, wek kolostomî li derve hiştin. Piştî emeliyata girtina kolostomiyê ya ku ji bo ku roviya jêgirtî vegerîne hundur, hat kirin, nexweş dema ku di beşa lezgîn de bû di kezeba reş de embolî hat dîtin. Embolî ji ber edema di kezeba reş de derketiye. Her wiha nexweşiyên weke nexweşiya dil, hîpertansiyon, şekir, mezinbûna prostat, nexweşiya parkinson, mesaneya norojen û nexweşiya gurçikê heye. Her wiha ji ber van nexweşiyan nexweşiya derûnî jî heye û ji ber girtina wî tedwaiya piştgiriya derûnî hat astengkirin. Mixabin ne tenê pêvajoya tedawiya psîkolojîk hat qutkirin, di heman demê de kontrol û kolonoskopiya ku piştî emeliyata ku ji hêla Cerahiya Giştî ve hatî kirin jî nehat kirin. Ji ber van hemû pirsgirêkên tenduristiyê, di şert û mercên heyî yên girtîgehê de tedawiya girtiyan ne pêkan e û pêwîstî bi saziyeke tenduristiyê ya bi derfetên pêşketî heye."

 'DIVÊ CEZAYÊ WÎ WERE TALOQKIRIN’

Mehtap Işik destnîşan kir ku şert û mercên tenduristiyê ji bo Gemîcîoglû ne guncaw in ku di girtîgehê de bimîne û wiha domand: “Eşkere ye ku her deqeya ku li girtîgehê dimîne tê wateya binpêkirina mafê jiyanê. Her wiha ji ber ku girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû niha di asta ku nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bijî û cezayê wî di van şert û mercan de ji bo jiyana girtî rê li ber metirsiyek mezin vedik. Ji ber vê yekê divê cezayê wî bê taloqkirin. Daxwaza me ew e ku tavilê Gemîcîoglû bişînin ATK’ê wî serbest berdin.”

SAZIYÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRINE

Saziyên ku îmze avêtin bin daxuyaniyê ev in: “Şaxa OHD’ê, TUHAY-DER, Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, Şaxa SES’ê ya Wanê, Odeya Tabîban a Wanê, TÎHV, Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, Platforma Şaxên KESK’ê, DÎSK Emeklî Sen, ARSÎSA. MEBYA DER, TJA, Karsaziya Giştî ya DÎSK, ARYEN Huner, Komeleya Medya û Hiqûqê, Komeleya Jinan a Star û TMMOB."