Girtiyê nexweş Sidik Guler ê 84 salî sewqî Îskenderûnê hat kirin

Girtiyê nexweş Sidik Guler ê 84 salî, dîsa sewqî Girtîgeha Îskenderûnê hat kirin.

Girtiyê nexweş Sidik Guler (80) ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê ragirtin, girêdayî kursî ye û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne, carek din sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hat kirin. Hinceta sewqa 12'ê Cotmehê jî wekî nestandina "rapora astengdariyê" ya ji Saziya Adlî ya Tibê (ATK) hat nîşandan.

Guler di lîsteya nexweşên giran a ÎHD'yê de cih digire û ji ber cezayê muebbetê ku bi hincetên siyasî lê hat birîn, ji sala 1994'an ve rehîn tê girtin. Nexweşiyên wekî hîpertansiyon, dil û romatîzmaya biîltîhab a hestiyan bi Guler re hene.

Şaxa IHD'yê ya Îskenderûnê, ji bo Guler di sala 2020'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê da û di encama serladanê de Guler yên 29'ê Çileya 2021'ê de sewqî nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnû kirin. Piştî ku rapora ku dibêje "Tu metirsiya wê nîne ku li girtîheke ku revîr û bijîşkên wê heyî bimîne" danê, serlêdana Guler ya ji bo taloqkirina cezayî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê kirî jî hat redkirin.

Sidiq Guler, 29'ê Adara 2022'an sirgunî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hatibû kirin.