Êrîş li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Înegolê hate kirin

Rêxistina Navçeya Înegolê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bû hedefa êrîşekê.

Kesekî nasnameya xwe nediyar, bi şev kamera û camên avahiya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Înegolê şikand.

Endamên DEM Partiyê ku hingî li nêzî avahiyê bûn, êrîşkar girtin û radestî polîsan kirin.

Endam û rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Înegolê li ber avahiya partiyê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî êrîşê dan.

Ji rêveberên DEM Partiyê yê Bajêr Denîz Buyuk anî ziman ku êrîş êdî rûtîn bûne, bi zanebûn têne kirin û diyar kir ku li hemberî ti êrîşê wê paşve gavê neavêjin.

Denîz Buyuk ragihand ku îro saet di 19:00 de ji bo şermezarkirina êrîşê wê li ber avahiya partiyê ya navçeyê daxuyaniyekê bidni çapemeniyê û bang li saziyên demokratîk û gel kir ku piştgiriyê bide wan.